• Sunday, 16 June 2024
logo

“Daxuyaniya Yasîn Mecîd bangeşeya şere li dijî Barzanî”

Gulan Media October 15, 2012 Nûçe
“Daxuyaniya Yasîn Mecîd bangeşeya şere li dijî Barzanî”
Nûsîngeha Serokomarê Êraqê aşkira kir ku Serokomar ji daxuyaniya palemanterê lîsteya Serokwezîrê Êraqê Nurî Malikî aciz bûye û daxwaz ji ji hevpeymaniya Şî`eyan dike sînorekê ji bo van curên daxuyaniyan deynin.

Di daxuyaniyekê de ku wêneyek gihîştiye destê Xendan, nûsîngeha Serokomarê Êraqê ragehandiye ku: “Di demekê de ku Serokomar geş û hewayekî dostane saz dike bo asayîkirina û hêminkirina peywendiya navbera hêzên siyasî yên Êraqê de bi zemînxweşkirina diyalogên du qolî û sê qolî û berfereh ku hemû aliyan ji bona çareserkirina qeyrana niha li Êraqê. Di demekê de hewlên Serokomar gavên giring berve pêş ve birêve dibe, birêz Yasîn Mecîd daxuyaniyên provaketiv û bi tirs dide.”

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hatiye kiin ku: “Bêhna bangeşekirina şer li dijî Serok Mesûd Barzanî lê dide ku niha mijûlî pêkanîna şandeke Kurdî yê mezine bo destpêkirina gotûbêjan li gel hevpeymaniya niştimanî û hêzên din de bi armanca çareserkirina qeyrana Êraqê bi awayekî desturî û li gor rêkeftinan ku pester di navbera hemûyan hatibû îmze kirin.”

Ev jî hatiye diyar kirin ku: “Serokomar bi tundî bêzarî û acizbûna xwe li hemberî ew curên daxuyaniyan tine ziman, ku berovajî cane yekbûna niştimanî astengiyan li pêş hewlên çareserkirina kêşeyan çê dike ku gelê û niştimanî ji ber wê dinalin.”

Li gor daxuyaniya serokomar, daxwaz dike ku hevpeymaniya niştimanî ya Êraqê sînorekî ji van curên daxuyaniyên Yasîn Mecîd deynin û endaman neçar bikin rêzê li geş û hewa û pêdiviyên diyaloga niştimanî bigrin.

Xendan
Top