Balafirên Sûriyê dîsa kurd bombebaran kirin: 5 mirî
![Balafirên Sûriyê dîsa kurd bombebaran kirin: 5 mirî](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/cms-image-000053616.jpg )
Hat ragihandin ku îro, artêşa rejîma Sûriyeyê otobûsa ji Efrînê diçû Helebê bombebaran kir û di encamê de yek jê jin bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Abdo Qerbûz, Welîd Xencer, Nazîme Hesen, Kamîran Hesen û Muna Ebdella.”
Hat diyarkirin ku cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan û birîndaran birin Efrînê. Heta niha hejmara birîndaran nehatiye zanîn.
Roja 09.10.2012an jî balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê li ser rêya Efrîn û Helebê wesiyata rêwiyan bombebaran kiribû û di encamê de 4 kurdan jiyana xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bibûn.
Rudaw