Jina ku helîkopterê gulebaran kir jiyana xwe ji dest da
![Jina ku helîkopterê gulebaran kir jiyana xwe ji dest da](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/images_jin_412384624.jpg )
Li Geliyê Tiyarê yê ser bi navçeya Çelê ya Colemêrgê ve ji duh şev ve pevçûn lê didomin. Helîkopterên geliyê Tiyarê bombebaran kirin, di encama gulebaranê de hinek mal jî reşandin û 2 jin giran birîndar kirin. Keziba Çetînkaya (30) û Ezîza Çetîn (35) rakirin nexweşxaneyê. Lê Çetîn li rexmî hemû mudaxeleyan li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê nehate rizgarkirin jiyana xwe ji dest da.
Navçeya ku esnafan derabeyê xwe girtin, wesayîtên zirxî yên polîsan derdora ocaxa tenduristiyê dorpêç kiriye. Welatiyên ku ji xizmên xwe yên Ii Geliyê Tiyarê jiyan dikin agahiyê nagirin , hate ragihandin ku ber bi Geliyê Tiyarê ketine rê.
ANF