• Sunday, 16 June 2024
logo

Rûniştina Meclîsa Alman bi 'rojbaş' dest pê kir

Gulan Media October 15, 2012 Nûçe
Rûniştina Meclîsa Alman bi 'rojbaş' dest pê kir
Rûniştina Meclîsa Federal a ji kampanyaya daxwazên Kurdan a bi navê “Bila Nasnameya Kurdî” bi gotina “Rojbaş” (bi Kurdî) dest pê kir. Serokê YEK-KOM Yuksel Koç got “Rojbaş” û parlamenter û endamên Komîsyona Daxwaznameyan silav kir.


Koç di meclîsê de bi kurtî 12 daxwazên Kurdan vegot û bal kişand ser biryarên Meclîsa Federal a Alman ji bo parastina çand û nasnameya Kurdan dane. Koç ji Almanyayê xwest ji bo pirsgirêka Kurd li Almanyayê bi aştiyane çareser bibe, dewleta Alman hewl bide û bal kişand ser rola Kurdan a di pêşketina herêmê de.

Koç da zanîn ku qebûlkirina nasnameya Kurdan dê lez bide pêvajoya demokratîbkûna Tirkiyeyê û got; “Divê Almanya di vî warî de pêşengiyê ji Enqereyê re bike. Herwiha, qedexeya li ser PKK’ê jî rê li hevsengiya Kurdan a li vî welatî digire, Kurdan krîmînalîze dike.”

Koç krîterên Yekitiya Ewropayê yên ji bo parastina mafên kêmaran bi bîr xist û got; “Kurd li vir mafê kêmaran jî naxwazin. Kurd dixwazin li gel komên din ên penaberan bibin xwediyên mafên wekhev. Ez di wê baweriyê de me ku em ê hevsengiya civakê biparêzin. "

Endamên komîsyona daxwaznameyan, parlamenterên partiyên di meclîsê de xwedî kom CDU/CSU, SPD, FDP, Keskan, Partiya Çep û ji hikûmeta Merkelê 4 wezîr dê tevlî rûniştinê bibin. Çav li rê ye ku Wezîrê Dadê Sabîne Leutheusser-Schnarrenberger, Wezîra Malbat, Zarok û Jinan Krîstîna Schroder, Wezîra Xebat û Civakê Ursula von der Leyen û Wezîrê Karê Hundirîn Hans-Peter Friedrîch jî tevli rûniştinê bibin.

Rûniştin bi pirsên endamên Komîsyona Daxwaznameyê berdewam dike.

Rûniştin bi awayeke zindî di kanala televîzyonê ya meclîsa Alman de tê weşandin. Hûn dikarin li ser www.bundestag.de/Mediathek temaşe bikin. (http://web-tv.bundestag.de/iptv/player/macros/_x_s-144277506/scalableLivePlayer.html?content=1&singleton=true&bandwidth=NaN&plTempl=xasx_live.xml)

Rudaw
Top