• Sunday, 16 June 2024
logo

Evro Kerkûk Bi Teqînên Bihêz Hate Hejandin Û Çend Kes Bûne Qurbanî

Gulan Media October 15, 2012 Nûçe
Evro Kerkûk Bi Teqînên Bihêz Hate Hejandin Û Çend Kes Bûne Qurbanî
Çavkaniyek ji Parêzgeha Kerkûkê ragihand ku, evro çend teqînên bihêz li Deverên curbicur yên vê Bajarê de bûne sedema hejandina vê Bajarê.

Çavkanî eşkere kir ku, yekemîn teqîn bi rêya maşîneke bombekirî li nêz bînayeta Parêzgeha Kerkûkê pêkhat û teqîna dudiyan jî bi qasî 1000 metre dûrî vê bûyerê pêk hat û di encam de hijmareke welatî canê xwe ji dest dan û hijmareke din jî birîndar bûn.

Her evro li Bajarokê Rêyazê ya ser bi Kerkûkê ve maşîneke din ya bombekirî hatiye teqandin û di encam de welatiyek canê xwe ji dest daye û 3 welatiyên din jî birîndar bûne.

Her evro li navendeke kontrol kirinê ya Polîsan de du polîs hatin kuştin û li Taxê Eskerî ya li Kerkûkê de jî maşîneke din bi karwaneke hêzên polîs re hatiye teqandin û di encam de welatiyeke medenî û polîsek birîndar bûne.
Top