Balafira Ermenîstanê ya diçû Sûriyê li Tirkiyê danî
Balafirên şer ên Tirkiyê balafireke rêwiyan a Ermenîstanê neçar kirin ku li balafirgeha Erzirûmê dane. Piştre jî di balafirê de lêkolîn û lêgerînê dest pê kir.
Wezareta derve ya Tirkiyê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û wiha got: “Balafir ji Êrîvanê diçû Helebê û malzemeyên ji bo arîkariyê hilgirtiye, bi danîna balafirê wê kontrolekî rûtîn bê kirin.”
Wezîrê ragihandinê yê Tirkiyê Bînayî Yildirim jî diyar kir ku pîlotê balafirê bi xwesteka xwe ji ber bûyerekî teknîkê daniye.
Dîroktorê Air Armenia Arsen Avetisyan ji malpera News.am re diyar kir ku balafir bi peymanek ku berê li hev hatî kirin, ji kontrolekî rûtîn daniye û Tirkiye bi ‘şov kirinê tometbar kir.’
Heftiya borî jî balafireke rêwiyan a geştên Moskova-Şamê dike û girêdayî Sûriyê, bi îdiaya ku çek di nav de ne ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve bi zorê li balafirgeha Esenboga neçarî danînê hatibû kirin.
Rudaw