• Sunday, 16 June 2024
logo

‘Em birêz Ocalan û Barzanî ji bîr nakin’

Gulan Media October 14, 2012 Nûçe
‘Em birêz Ocalan û Barzanî ji bîr nakin’
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş jî di 2'emin Kongreya BDP'ê de axivî û bal kişand ser helwesta hikûmetê ya li hemberî çareseriya pirsa kurd û anî ziman ku heta wekhevî, edalet û aştî pêş nekeve pirsa kurd çareser nabe.

Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, hemû parlementerên BDP'ê yên girtî, mevanên ku ji çar aliyan hatin tevlî kongreyê bûn û hemû girtiyên siyasî slav kir û dest bi axaftinê kir. Demîrtaş, hemû kesên ku ji bo pêşxistina têkoşînê ked û bedel dane yek bi yek silav kir û spasiyên xwe anîn ziman. Demîrtaş, da zanîn ku wan ji bo aştiyê pêk bînin soz daye dayikên xwe, gelê xwe û heta ku azadiyê bi dest bixin dê mahcûbiyeta wan a li hemberî gel bidome. Demîrtaş, destnîşan kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên koletî, sirgûn, înkar û îmhayê di ber xwe da û Partî û anîn vir.

Demîrtaş, destnîşan kir ku axa Kurdistanê bi peymanên navneteweyî bûye 4 parçe û wiha got: "Şîfreya çareseriyê gelê kurd di dîrokê de veşartiye. Em dê vê şîfreyê her tim bibîr bînin. Bi têkoşîna Mele Mistefa, Seyîd Riza, Şêx Saîd, Seaîdê Kurdî, Ehmetê Xanî, Meleyê Cizîrî, Denîz, Mahîr, Huseyîn, Yusuf, Ulaş, Omer Ayna, Îbrahîm Kaypankaya, Mazlum, Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Rustem Cûdî, Berîtan û Egît ji bîr nakin. Em dê wan her tim bibîr bînin û têkoşîna xwe bilind bikin. Em Aydin Erdem, Halil Îbrahîm Oruç, Ceylan Onkol, Enes Ata, Orhan Dogan, Yildirim Ayhan, Mehmet Sîncar, Vedat Aydin, Hasret Gultekîn Hirand Ding ji bîr nakin. Em serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî ji bîr nakin. Em dê Rêberê Gelê Kurd ku ji bo azadiya gelê xwe 13 salin di 12 metrekare de di ber xwe dide Birêz Abdullah Ocalan ji bîr nekin. (Hemû girse rabû ser piyan û dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir."

'Şîara gelê kurd an azadî an azadî ye'

Demîrtaş, da zanîn ku ew bi hişyariya "An Azadî An Azadî" têdikoşin û kesên dîroka gelê kurd a berxwedanê nasnekin, nikarin kurdan fam bikin. Demîrtaş, da zanîn ku di vê pêvajoya u di bin rejîma baas de gel tê eciqandin bêdeng namînin û wiha got: "Em muxalifên ji bo mafê demokratîk û gelê kurd ê mafê xwe diparêze diparêzin. Lê hikûmet li şûna piştgiriyê bide gel, piştgiriyê dide hêzên ku zilmê li gel dikin. Em têkoşîna Konseya Bilind a Kurd û Şoreşa Rojevayê Kurdistanê slav dikin. Em bang li hemû gelê kurd dikin ku piştgiriyê bidin gelê kurdê Rojavayê Kurdistanê. Tu polîtikayên ku mafê ereb, kurd, elewî, sûnî, civak û baweriyên ku rastî zilmê tên neparêze bi ser nakevin. Kesên bêtir zilme pêş bixin û serdestiyê bikin dê îstîkrara Sûriyê pêş nexin. Divê her kes hurmetê ji vîna ku xwe bi xwe birêve bibin û pêşeroja xwe diyar bikin re nîşan bide. "

Demîrtaş, bilêv kir ku ji bo aştî pêş bikeve divê berî her tiştî bi KCK û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û wiha berdewam kir: "Pirsgirêk bi muhataban çareser dibe. Pirsgirêk bi muzakere û diyalogan çareser dibe. Ger ku bi rêya muzake û diyagan çareser bikin em amade ne. Ger dewlet û hikûmet bi feraseta tecrîda li Îmraliyê ya di nava diwarên beton de nêzîk bibe nikare pirsgirêkê çareser bike. Ger ku em ji aştiyê bawer bikin û bi riya aştiyê pirsgirêkê çareser bikin divê berî her tiştî em hev fam bikin û rastiya hev qebûl bikin. Em dixwazin şer û pevçûn ji dewrê derkevin. Li Tirkiyeyê gav avêtina aştiyê di nêzîkatiya Sûriyeyê re derbas dibe."

Demîrtaş, ji sûretê quranê mînak da û diyar kir ku kesên dibêjin 'em mislimanin' divê li sûreta Qurana Pîroz binêrin û piştre bi axivin. Demîrtaş, bal kişand ser peymanên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê û wiha lê zêde kir. "Di peymanên navneteweyî û Yekîtiya Ewropayê de yek ziman, yek ol û yek netew tune. Di feraseta faşîzmê tenê de ev hişmendî heye. Hem faşîzm û hem olê îslamê bi hevre naçe. Faşîst li her derê faşîst e. Kesên ku Ehmedê Xanê tînin ser zimanê xwe rastiya Ehmedê Xanê nizanin. Kesên Ehmedê Xanê tînin ser zimanê xwe hêj ji dayik nebibûn Ehmetê Xanê li medreseyan bi zimanê zikmakî perwerdehî dida."

'Ger ku em demokrasiyek bi hêz ava bikin divê yekîtî xurt bibe'

Demîrtaş, daxuyand ku ger dê demokrasiyek bi hêz bê avakirin pêdivî bi têkoşîn û yekîtiyek xurt heye û xest hemû hêzên karker, çotkar, xwendekar û hemû bejên civakê yekîtiya xwe ava bikin. Demîrtaş, xwest her kes li dijî zilmê têbikoşin û kelehên zilmê terk bikin. Demîrtaş, bang li kesên dibêjin misliman in û di bin partiyên ku gelê kurd înkar dikin de cih digirin kir û xwestin li dijî zilmê têbikoşin.

'Rêya Serokwezîr faşîzm e'

Demîtaş, destnîşan kir ku rêya Serokwezîrê Tirkiyeyê faşîzme û bang li kesên li pey Serokwezîr dimeşin kir û xwest dest ji rêya faşîzmê berdin û têkevin rêya aştî û demokrarisiyê."

Demîrtaş, da zanîn ew dê bi hevre li cenazeyên gerîlla û leşkeran bigirîn ku karibin sibê bi hevre êş û şahiyên hev bijîn û hev hembêz bikin. Demîrtaş, bang li her kesî kir û xwest her kes ji bo azadiyê li dijî zilmê destê xwe bidin destê kurd.

Demîrtaş, xwest hêzên serdest û navneteweyî ku 100 sal berê pirsgirêka kurd avakiriye daxwazên gelê kurd bibîne û wiha lê zêde kir: Gelê kurd tu carî ji zimanê perwerdehiya zimanê zikmakî venagere. Tu carî ji zimanê aştiyê venagerin'

Demîrtaş, axaftina xwe bi helbesta şaîr Adnan Yucel bi dawî kir.

Rudaw
Top