Kongireya BDP`ê ya awarte li Enqerê destpê kir
![Kongireya BDP`ê ya awarte li Enqerê destpê kir](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/bdp-kongire141012-bbb.gif )
Li gor agahiyên ajansa belavkiriye ku, bi hezaran kes li her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê herikîn Enqereyê û derve û hundirê salonê bi rengên kesk, sor û zer xemilandin. Posterek mezin ê rêberê PKK`ê Abdula Ocalan hate vekirin. Ev cara yekem e ku di kongreyek a BDP’ê de postera Ocalan tê daliqandin.
Kongireya BDP`ê bi diruşmên wek: “Em bi berxwedanê ber bi azadiyê ve dimeşîn”, “Rêbertî Jiyan e, em dest ji jiyanê bernadin”, “Qirkirina jinê qirkirina civakê ye”, “Bila dawî li operasyonên siyasî û leşkerî bên”, “Xweseriya Demokratîk statuya me ye, hûn nikarin red bikin”, “Ji tecrîd û îşkenceya di girtîgehan de êdî bes e”, “Em têkoşîna azadiya jinê bilind bikin û xweseriya demokratîk bi azadiyê tacîdar bikin.”, “Kurdistana Xweser, Tirkieya Demokratîk, “Jin jiyan, Azadî”, “Qasidê Aşitiyê li Îmraliyê ye,” wêneyên siyasetmedarên Kurd Husnu Albay û Cîhan Deniz, Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, Îbrahîm Kaypakkaya, Sema Yuce, Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û zarokên Kurd ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatibû xemilandin.
her di destpêka kongireyê de, mêvan û parlementer bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin. Piştî avakirina dîwanê, deqeyek ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hate girtin.
Di dema nîşandana sînevîzyonê de tevî parlementerê BDP’ê yê Mûşê Sirri Sakik, gelek kes hesir barandin û giriyan.
Her weha kongirê bi gotarên Hevserokên BDP`ê Selahedîn Demirtaş û Gultan Kişanak berdewam kir û dûvre jî nûnerên partiyê mêvan jî gotara xwe pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye tiştê balkêş yê vê kongireyê ew bû ku bi Kurdî kongirê destpê kir û gotarên bi kurdî jî hatin pêşkêş kirin. her weha kongire bi amadebûna1190 endamên parrtiya BDP`ê kongireya wan birêve diçe.
Xendan