• Sunday, 16 June 2024
logo

Sekreterê PDKê Ezîzî beşdarî kongreya BDPê dibe

Gulan Media October 14, 2012 Nûçe
Sekreterê PDKê Ezîzî beşdarî kongreya BDPê dibe
Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê ji bo tevlî 2. kongreya awarte ya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bibe, gihişt Tirkiyê.

Li ser vexwendina BDPê, şandeke paye bilind a PDK bi serokatiya sekreterê giştî yê partiyê Xalid Ezîzî, endamê polîtboruyê Emer Balekî, endamên navenda partiyê Kwêstan Fitûhî û Birahîm Zêweyî gihiştin paytextaTirkiyê Enqereyê.

Îro duyemîn kongreya awarte ya BDPê li Enqereyê tê lidarxistin. Ji bo wê armancê jî komek kesayetên siyasî û nûnerê partiyên her çar parçeyên Kurdistanê hatine vexwendin.

Heta niha ne diyare ji bilî PDKê, ne diyare wê partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê beşdarî kongreya BDPê bibin an na.

AKPê, 30ê îlona borî 4. kongreya xwe ya awarte lidarxistibû û BDP ji bo kongreyê nehatibû vexwendin. BDPê jî li hemberî vê yekê AKP û MHPê ji bo kongreya xwe venexwend. Lê BDPê ji CHP, ODP, TKP û partiyên din ê Tirkiyê re dawetname şandiye.

Bi operasyonên di bin navê KCKê de hêjmarekî zêde ya endamên BDPê hatine girtin. Ji 110 endamêm Meclisa Partiyê (PM) yên BDPê, 56 di girtîgehê de ne.

Hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş daxwaz ji partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê kir ku bi germî pêşwaziyê li kongreyê bikin û got: “Wê helwesta hêzên Kurdistanî ji bo kongreya BDPê giring be.”

Rudaw
Top