Îsrayîl û Sûriye bi Nehênî Danûstandin Kirine
Fîktoriya Noland, gotebêjê wezareta derveya Amerîka, li daxwiyaniyeke xwe de piştras dike, kû heta berî nêzîk dû salan Îsrayîl û Sûriye, bi beşdariya Amerîka, bi nehênî danûstandin kirine.
Noland, tekez kiriye kû, danûstandinên di navbera Sûriye û Îsraylê de bi mebesta gihêştina aşêtiyê bûye, lê bi destpêkirina serhildanên gel li Sûriye ew danûstandin berdewam nekirine.
Yekem car, do rojnameya Edî`ut Ahranot çapa Îsrayl, di raportekî de eşkere dike kû, ew danûstandinên nehênî, di navbera Sûriya û Îsraylê de bi beşdariya Amerîka hatine pêkanîn.
Heta weke niha goman dihat kirin kû danûstandinên navbera Îsrayl û Sûriye, yên sala 2008 bin, kû di serdema serokayetiya Îhod Olmêrt û bi despêşxeriya Turkiye li Îstanbolê hatine encamdan.