• Sunday, 16 June 2024
logo

“Ti têkiliya PYD bi PKK re nîne“

Gulan Media October 14, 2012 Nûçe
“Ti têkiliya PYD bi PKK re nîne“
Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê û Endamê Desteya Kurdî ya Bilind Smaîl Hemê diyarkir ku PYD'ê partiyeke Rojavayê Kurdistanê ye û ti têkiliya xwe bi PKK'ê re nîne û got ku wî 'min negotiye PYD'ê û YPG'ê li gorî berjwendiyên rejîma Baas tevdigerin.'

Li gor Smaîl Hemê bersiva pirsên ANF'ê dayî, got ku çapemeniya Tirkiyê derewan dike û ezê ji wan bixwazim nûçeyê serarast û got "Beriya çend rojan nuçegihanê wan ê bi navê Adem Demîr bi telefonê li min geriya û derbarê şoreşa Rojavayê Kurdistanê de çend pirs pirsîn. Sedema derketina derveyî Suriyeyê ya siyasetmedarên kurd pirsî. Min jî diyar kir ku kiryarên rejîmê û tehdîdên wê yên li ser siyasetmedaran rê li ber vê yekê vekiriye. Min kuştina Meşel Temo û Mehmud Walî, Nesredîn Berhik wekî mînak nîşan dan. Lê çareserî bi koçberiyê nabe."

Her der barê vê mijarê de got "Ev li dijî exlaqê çapemeniyê ye. Ne mumkun e ku ez tiştekî li dijî PYD’e bêjim, ji ber ku em bi hevre di Desteya Bilind de cîh digirin. Bi van nûçeyan dixwazin yekîtiya kurdan xirab bikin. Ezê li rojnameyê bigerin û daxwaza sererastkirina nûçeyê bikim."

Her weha Hemê diyarkir ku derbasbûna Tirkiyê ya li ser xaka Sûriyê ne di berjwendiya Tirkiyê de û dê dewletên weke Îranê vê yekê qebûl nekin û dê pirsgirêk kûrtir bibe.

Hemê bal kişand ser PYD'ê û YPG'ê jî û weha pêdeçû " PYD partiyek Rojavayê Kurdistanê ye, tu eleqeya wê bi PKK’ê re nîn e. YPG jî, hêzeke Rojavayê Kurdistanê ye û girêdayî Desteya Bilind a Kurd e. Em tu hêzên li derveyî desteyê tevdigerin jî qebûl nakin."


Avestakurd
Top