• Sunday, 16 June 2024
logo

Karayilan bi rêya BBC peyamek ji Emerîka û Ewrûpa re dişîne

Gulan Media October 14, 2012 Nûçe
Karayilan bi rêya BBC peyamek ji Emerîka û Ewrûpa re dişîne
Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrad Karayilan ji Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê re ragihand ku bêyî çareseriya pirsa kurd, Rojhilata Navîn rengê aştî û demokrasiyê nabîne.

Serokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mûrad Karayilan di hevpeyvînek ligel BBC Persian de ragihand: “Îro neteweya kurd dixwaze wekî hemû neteweyên Rojhilata Navîn xwedî deshilata xwe be, ziman û çanda xwe biparêze. Em dixwazin di çarçoveya sînorên niha de bi awayê xweseriya demokratîk, pirsa kurd li hemû parçeyên Kurdistan û li gor şert û mercên her parçeyekê çareser bikin.”

Mûrad Karayilan derbarê bi terornasandina PKKê ya ji aliyê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ve got: “Ev peyama min ji bo Emerîka û YE’yê heye. Heta pirsa kurd çareser nebe û mafên rewa yên kurdan bi awayekî fermî neyên nasandin, aştî, asayîş û demokrasî li Rojhilata Navîn nayê dîtin. Gelê kurd gelekî aştîxwaz, demokrat û azadîxwaze. Gelê kurd ne terorîste.”

Karayilan derbarê egera çekdanîna PKKê de got: “Em dixwazin bêyî ti mercekê çekan danin, eger bernameyek bê dariştin û li Tirkiyê rêyeke çareseriyê ji bo pirsa kurd bê dîtin. Wekî hemû welatên demokrat, hemû daxwazên kurdan bên pêkanîn, wê demê em amadene çekan danin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Karayilan di berdewama axaftinên xwe de got: “Tirkiye li hemberî me şerekî dijwar dimeşîne, 8 hezar endam û alîgirên BDPê hatine girtin û êrişên Tirkiyê yên li ser gelê kurd berdewam in. Di demekî wiha de çawa behsa danîna çekan tê kirin. Em ji berê bihêztir xebata xwe didomînin û Tirkiye nikare me tune bike. Pêngava yekemîn a Tirkiyê ya ji bo çareseriya vê pirsê ew e ku gelê kurd bi fermî nas bike û ragihîne ku ji bo çareseriya pirsa kurd wê dest ji rêyên leşkerî berdin.”

Karayilan bal kişand ser pêvajoya Osloyê, hevdîtinên navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de û wiha got: “Guftûgoyên Osloyê û ragihandina agirbestê ya ji aliyê me ve, ji bo hilbijartina Erdogan destkeftiyekî mezin bû. Dema Erdogan giha armancên xwe, bi eşkere nîşan da ku baweriya wî bi aştî û çareseriya pirsgirêkan nayê.”

Serokê Konseya Rêveber a KCKê Mûrad Karayilan li ser pirsa arîkariya Îran û Sûriyê ya ji bo PKKê jî got: “Gelo ma ji bîra we çû, sala borî Îran û Tirkiyê peymanekî leşkerî û ewlekariyê ya giring îmzekirin û bi hev re êrişî me kirin? Nexêr, ne Îran û ne jî Sûriye ti piştgiriyek ligel me nekirine. Ev gotegotane ji aliyê sazî û rêxistinên Erdogan û Davutoglu ve tên belavkirin. Dibe ku ji ber bûyerên Lîbya û Sûriyê, nakokî navbera Îran û Tirkiyê de çêbûyîbe, lê ev nebûye sedem ku Îran arîkariyê bide me.”

Rudaw
Top