• Sunday, 16 June 2024
logo

Encamên pevçûnên li Şemzînanê: 28 leşker hatin kuştin

Gulan Media October 14, 2012 Nûçe
Encamên pevçûnên li Şemzînanê: 28 leşker hatin kuştin
HPG’ê encamên pevçûnên dijwar ên li Şemzînanê diqewimin aşkere kir. Di encama pevçûna li Girê Salarayê 28 leşker hatin kuştin û 30 leşker birîndar bûn. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de gerîlayek jî jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) encamên şer û pevçûnên dijwar ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê aşkere kir û got; “Li navçeyên Çelê, Şemzînan û Gevera Colemergê li dijî artêşa dagirker a tirk ji bo serweriya gerîlayên me ya li herêmê bişkîne derketibûn operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin.”

HPG-NÇR got; “Di 9'ê Cotmehê de li Girê Salaraya Şemzînanê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 12'ê Cotmehê de di navbera saet 14.00-18.00'an de li dijî leşkerê dijmin ê li girê Salarê çalakiyek hatiye lidarxistin. Gerîlayên me yê ji 3 baskan ketine girê Salara gelek çeperên dijmin têk birine. Bi awayeke hemwext ji aliyê gerîlayên me li dijî çeperên li derdora gir jî hatiye lêdan. Di encama çalakiya 4 saetan domandiye de 27 leşkerê li vî girî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye kuştin, ji 30 î zêdetir leşker jî birîndar bûye.”

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li dijî karwaneke leşkerî ya ji qereqola Bêsosinê dihat mudaxeleyê di navbera Geliyê Ava Basya û Qereqola Bêsosin de ji aliyê gerîlayan ve çalakiyek hatiye lidarxistin û wiha hat gotin; “Di encama vê çalakiyê wesayiteke kîrpî a zirxî texrîp bûye, leşkerek dijmin jî hatiye kuştin.”

HPG-NÇR, der barê kelûpelên leşkerî yên ji aliyê gerîlayan ve hatine destserkirin de ev agahî da; “Herweha tifingek giran a A6 li gel 100 guleyên xwe û du lûleyên xwe yê yedek, çekek tam otomatîk a BKC, li gel 100 fîşekên xwe û zîncîra xwe, çekek melez a HK33 li gel 20 jerjorê xwe, çekek G3 li gel 20 fîşekên xwe, 3 rext, Dûrbîneke Nîcon, dûrbîneke şev, 2 bêtêl, kompîterek, 2 çente, 2 barandank û 2 nasnameyên leşkerên hatine kuştin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye desteserkirin. Dîsa 2 qutî fîşekên tifinga giran a A6, 1 BKC û cîhazeke termal jî ji aliyê gerîlayên me ve hatiye rûxandin.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di encama vê çalakiya berfireh a çar saetan domandî jî rêhevaleke me gihîştiye şahadetê. Wê nasnameya rêhevala me ya gihîştiye şahadetê dema zelal bû ji raya giştî re were ragihandin.

Di 13'ê Cotmehê de di saet 11.00'an de li Girê Gipê ya Geverê li diJî leşkerên li derdora helîkoptereke skorsky a ji leşkeran re cebilxane û alavên leşkerî vediguhezand ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê çalakiyê li dijî herêma Çarçelayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî haitye lidarxistin.”

ANF
Top