• Sunday, 16 June 2024
logo

Tirkiyê: Emê tundtir bersivê bidin Sûriyê

Gulan Media October 14, 2012 Nûçe
Tirkiyê: Emê tundtir bersivê bidin Sûriyê
Dewleta Tirkiyê piştî bersivdayîna topên Sûriyê û bezanadina balefirên şer li ser sînorê Sûriyê ragihand ku ewê tundtir bersiva rejîma Sûriyê bidin.

Piştî hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ehmed Dawûdoglû ligel Wezîrê Karê Derve yê Almaniya Guido Westerwelle li otêla Hilton daxuyaniyek da rojnamegeran û ji bo raya giştî got ku 'eger careke din rejîma Sûriyê sînorê me bin pê bike emê tundtir bersiva wê bidin.'

Hêjayî gotinê ye, berî niha çend cara top ji aliyê Sûriyê ve li xaka Tirkiyê ketibûn û çend kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn û dewleta Tirkiyê jî ji aliyê xwe ve bersiv dabû û heta di van bersivande gelek leşkerên rejîma Sûriyê hatibûn kuştin.


Avestakurd
Top