Konferansa Rojavayê Kurdistanê bi peyama yekitiyê dest pê kir
Şêwra Neteweyî ya li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tê organîzekirin, dest pê kir. Di konferansê de pirsgirêk û bûyerên li Rojavayê Kurdistanê tên gotûbêjkirin. Her wiha nunerên zêdetirê 20 sazî û rêxistinên Kurd û nivîskar,rewşenbîrên biyanî beşdarî konferansê bûn. Konferans li avahiya Parlementoya Franseyê pêk tê.
Konferans îro saet di 09.00 de dest pê kir. Di dîwana konferansê de Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nilufer Koç, Rojhan Hazim û George Aryo, Alîkarê Serokê KNK’ê Bengî Haco û Endama Komîsyonan Jinan a KNK’ê Dilşa Osman cih girtin.
Endamên dîwanê dan zanîn ku ew li bendê ne ji konferansê pêşniyarek çareseriyê ji bo Rojavayê Kurdistanê derbikeve û bal kişandin ku gelê Kurd rojên dîrokî dijîn. Her wiha hat destnîşankirin ku konferans li Parlementoya Franseyê hate lidarxistin, ev yek jî ji bo Franseya ku di dahatûya Sûriyeyê de rola wê heye, bangek e.
ANF