BDP’ê PYD Jî Vexwend Kongreya Xwe
2’emîn Kongreya BDP’ê ya di roja yekşemê dê bê lidarxistin. Ji ber ku gelek endamên BDP’ê yên jin girtîne, talûkeya kotaya jinan a ji sedî 40 tije nebe heye. Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş heftêya din di komcivîna partiya xwe de axivîbû ji bo ku di rêveberiya BDP’ê de cih bigrin bang li jinan kiribû. Demîrtaş dabûzanîn ku ji ber girtinan di rêveberiya partiye de gelek valahî heye û ev tişt gotibûn: “Di vê kongreyê de em îdeolojiya xwe nû nakin. Ji ber girtinan divê em meclîsa partiya xwe nû bikin. Dibe ku em di vê kongreyê de nexşerêyekî nû aşkerabikin.”
Parlamentera Amedê Nursel Aydogan jî li ser amadekariyên kongreye agahîdan. Aydogan destnîşan kir ku ew ê ji Tirkiyeyê û ji dinyayê gelek kesan gazî kongreye bikin û ev agahî dan: “ Me CHP vexwend lê AKP nevexwend. Me ji bo PDK û PYD’ê jî vexwendname şandin. Em dixwazin ew jî tevlî kongreya me bibin.”