• Sunday, 16 June 2024
logo

Tirkiyê naxwaze Kurdên Sûriyê mafên xwe bistînin

Gulan Media October 13, 2012 Nûçe
Tirkiyê naxwaze Kurdên Sûriyê mafên xwe bistînin
Serokê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrad Karayilan diyarkir ku 'Tirkiyê naxwaze Kurdên Sûriyê (Kurdên Rojavayê Kurdistanê) mafên xwe bidest bixin û got ku 'yek endamê PKK'ê li Sûriyê tune ye.'

Karayilan bersiva pirsên kanala televîzyona El Cezîre ya Qeter da. Karayilan got "Heta van demên dawî, Tirkiyê bi Sûriyê re li dijî me şer dikirin. Lê Tirkiyê stratêjiya xwe guhart, rûyê xwe da Emerîka û têkiliyên xwe bi Îran û Sûriyê re xerab kir. Niha Tirkiyê ji Rojava re dibêje ku PKK'ê li cem Îran û Sûriyê cih digire. Ev bi temamî derewe. Heta ku Tirkiyê çareseriyek demokratîk qebûl neke em ê berxwedanê bilind bikin. Weke niha tê dîtin di helwesta Tirkiyê ti guhartin tune ye. Heta ku Tirkiyê êrîş dike em ê jî bersivê bidin."

Her weha Karayilan diyarkir ku yek endamê wan li Sûriyê tune ye û weha pêdeçû "Li Sûriyê yek endamê PKK'ê tune ye. Tirkiyê naxwaze Kurdên Sûriyê mafên xwe bidest bixe. Ji ber wê çendê xwe ji şerê bi Sûriyê re amade dike. Ha ji ber vê çendê jî, em li dijî mudaxleya Tirkiyê li ser Sûriyê ne."

Karayilan red kir jî ku têkiliyên wan bi Sûriyê re hebe û got "Li Rojhilata Navîn Kurd û PKK'ê yek ji lîstikvanên serekene. Ji ber vê çendê temasa PKK'ê bi gelek dewletan re heye. Lê temasa me bi awayekî bipergal bi Sûriyê re tune ye."

Her weha Karayilan bal kişand ser rejîma Esed û got ku zû ya dereng dê rejîma Esed hilweşe û diyarkir ku êdî ev dem dema hilweşandina rejîmên wehane.

Avestakurd
Top