• Sunday, 16 June 2024
logo

Nûnerên PDK û YNKê dê di kongreya BDPê de amade bin

Gulan Media October 13, 2012 Nûçe
Nûnerên PDK û YNKê dê di kongreya BDPê de amade bin
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş diyar kir wan ji bo kongreya mezin giregirên PYDê vexwendiye kongreyê. Demîrtaş aşkera kir ku dê nûnerên PDK û YNKê jî di kongreyê de amade bin.

Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir wan ji bo Kongreya Awarte ya 2'emîn ku dê di 14'ê cotmehê de li Enqereyê pêk bê, giregirên PYDê jî vexwendiye. Demîrtaş destnîşan kir wan nûnerên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Partiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî vexwendiye kongreyê û nûnerên herdu partiyan jî dê di kongreya wan de amade bin.

Demîrtaş, sedema lidarxistina kongreya awarte jî aşkera kir û got ji ber girtina gelek rêveberên wan a di çarçoveya operasyonên KCK'ê de valahiyeke mezin çêbûye û ew ê di vê kongreyê de şûna hevalên wan ên hatine girtin dagirin. Demîrtaş, da zanîn sedema sereke a kongreyê avakirina Meclisa Partiyê ye.

Hêjayî gotinê ye ji 14'ê nîsana 2009an ve di bin navê operasyonên KCKê de bi hezaran BDP'î hatine girtin û di nava van girtiyan de parlamenter, 24 şaredar, Endamên Meclisa Partiyê, serokên bajar û navçeyan ên BDPê jî hene.

Rudaw
Top