• Sunday, 16 June 2024
logo

Nasnameya kurdî li parlamentoya Almanyayê tê guftûgokirin

Gulan Media October 13, 2012 Nûçe
Nasnameya kurdî li parlamentoya Almanyayê tê guftûgokirin
Meclisa Federal a Almanyyayê di 15ê cotmehê de ji bo ‘Bila nasnameya kurdî bê nasîn’ dicive. Bi dehan lijneyên penaberan, rewşenbîr, akademîsyen û hunermendan ji Parlementoya Federal re name şandin ku daxwazên kampanyayê bên qebûlkirin. Hevserokên BDPê Gulten Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî name şandin Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclisa Federal û balk işandibûn ser kampanyaya YEK-KOMê.
Piştî 60 hezar îmze di sala borî de ji aliyê YEK-KOMê ve hatîn komkirin û gihandin Parlementoya Federal a Almanyayê, du hefte berê 15 eyaletan helwesteke erênî wergirtin û biryar dan ku perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn, lê parlementoya eyaleta Berlînê daxwaz red kir.

Cîhgira serokê Saziya Sozik ê Wîdad Sebrî derbarê Kampanyaya Nesandina Nasnameya Kurdî bersivên pirsên Rûdawê dan û got, “Em h1evî dikin ku daxwaza me bê pejirandin.ˮ
Li ser redkirina vê parlementoyê sazî û komeleyên Kurdan rêaksiyonek nîşandan û ev demeke civîn û kombûnan dikin da ku daxwaznameyeke berfirehtir û baştir amade bikin û bidin perlementoyê.
Rûdaw: Hûn ji bo çi diçin Parlementoya Berlînê?
Wîdad Sebrî: Em diçin Parlementoya Berlînê ji ber ku daxwaziyê jê bikin ku nasnameya kurdî nasbikin, da pêşerojê de zarokên me dersên kurdî werbigirin li dibistanan.
Derbarê nasandina nasnameya kurdî daxwaza hemû partî, komele û saziyên kurdî yek e?
Bêguman, dengê me hemûyan yek e, em hemû dixwazin nasnameya kurdî bê naskirin. Heya kengî em yek deng û yek helwest nebin?
Tu li ser navê kîjan saziyê beşdarî komîteyê dibî?
Ez li ser navê saziya me Sozik tevlî kampanyayê bûme.
Tu pêşbînî dikî ku bersiveke erênî ji Parlementoya Berlînê derkeve?
Ez geşbîn im ku em bersiveke erênî ji parlementoyê bistînîn, ji ber ku li hemû eyaletên federal daxwaznameya Kurdan hatine pejirandin, tenê eyaleta Berlînê ma ye, ew jî ku red kirbûn, lê vêcarê me nameyeke baştir û berfirehtir amade kiriye. Bi baweriya min wê encameke pozîtîv jê derkeve.
Eger daxwaz neyê pejrandin û bêjin hûn zimanên farsî, tirkî û erebî dizanin pêwîst nake bi kurdî be…
Emê bêjin rast e, em weke dê û bav her yek ji me ji welatê lê hatiye zimanê dagîrkeran dizane, lê em zimanê xwe jî dizanîn û zimanê we almanî jî dizanîn, lê zarokên me tenê zimanê we dizanin, divê ew hînî zimanê kurdî jî bibin.

Wê çend kes biçin parlemenoyê?
Em bêhtirî ji 20 komele û saziyan in, wê tenê nûnerên wan ango derdora 70 – 80 kesî û weke me got wê revenda kurd jî tevlî bibe û komîteyeke ji çend kesî pêk tê em ê biçin hundir û piştre di civîneke çapemeniyê de daxuyanî bidin.
Kîjan rojê hûn diçin?

Em demjimêr 12:00 roja duşemê ku dibe 15ê Cotmehê bi komîteyekê diçin.
Wê Kurd li ber deriyê parlementoyê kom bibin?
Belê, her yek ji me endam û alîgirên saziyên xwe agahdar kirine ku wê rojê bi me re bên heya ber deriyê parlementoyê, û li wir revenda me ku ji malbat û kesayetî û saziyên medyayê pêktên kombibin û piştevanyê bidin nameya me.
NAVEND piştgirî dide YEK-KOMê

Navenda Lêkolînê ya Kurd (NAVEND) nameyek ji YEK-KOMê re şand û diyar kir ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ‘Bila Almanya nasnameya kurd nas bike’ ya ku hefteya pêş li Palementoya Federal a Almanyayê tê nîqaşkirin.

Navena Lêkolînê ya Kurd (NAVEND) ya ku li Bonnê ye ji YEK-KOM’ê re nameyek şand. Di nameya NAVENDê nd wiha tê gotin: “Em wekî Navedan Lêkolînê ya Kurd ev demeke dirêj e ji bo ku nasnameya Kurdan li Almanyayê bê nasandin dixebitin. Di vê mijarê de em piştgiriyê didin kampanyaya we û em ji ber ku ev mijar bûye rojeva siyasiyan silav dikin. Ev hêvîdar in ku wê guherîneke siyasî pêk bê û ji wer e serkeftinê dixwazin.”

Rudaw
Top