Meclîsa Tirkiyeyê Carekî Din Destûr Da Operasiyonên Dersînor
Tezkereya ku destûra operasyona dersînor dide leşkeran dûh êvarê li Meclisa Tirkeyeyê hate qebûl kirin. Parlamenterên AKP, CHP û MHP’ê rêyên erênî dan tezkereye. Wezîre Parastinê ÎsmetYilmaz li ser qebûlkirina tezkereyê axivî û ji parlamenteran alîkarî xwest. Yilmazê ku li ser navê hikûmete axivî ev tiştgotin: “Armanca vê tezkereyê tene tekoşîna li hemberî PKK’ê ye. Em tûcaran dev ji vê tekoşînê bernadin. Em di têkoşîna xwe ya li hemberî PKK’ê de her tim mafên mirovan, demokrasi û pîvanên hiquqî diparezin.”
Piştî Yilmaz li ser navê CHP’ê parlamenter Muharrem Înce axivî. Înce Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bizimanekî tund rexne kir û wiha got: “Serfermandar diçêsînorê Suriyeyê deste xwe radike û dibêje em livir in.
Dema dor tê Qendîle dibêje ‘Divê em Amerikayê îkna bikin. Berdevkê AKP’ê jî dibêje ‘Divê em Barzanî îkna bikin. Gelo hikûmet vê tezkereyê jî wekê 7 tezkereyên din bikarnayne? We ji bo operasyonên dersînor Amerîka û Barzanî ikna kir an na?”
Parlamentera BDP’ê ya Îdîrê Pervîn Buldan jî dema qebûlkirina tezkereyê de li ser navê partiya xwe axivî û da zanîn ku tezkerê riya komkujiyan vedike. Buldan carekî din bang li hikûmetê kir û xwest hikûmet pirsgirêka kurd bi riya aştîyane çareser bike.