• Sunday, 16 June 2024
logo

Geştên Asmanî Yên Di Navbera Hewlêr Û Şarqeyê De Destpê Dikin

Gulan Media October 13, 2012 Nûçe
Geştên Asmanî Yên Di Navbera Hewlêr Û Şarqeyê De Destpê Dikin
Nunera Bazirganiya Hikûmeta Kurdistanê ya li Îmaratê ragihand ku, di çend rojên pêşiya me de vê gehêştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Şarqeyê de destpê bikin û bo vê mebestê jî biryare di roja 14ê vê Mehê de heyetek Rayedarên Îmaratê serdana Hewlêrê bikin.

Nunera Bazirganiya Hikûmeta Kurdistanê Şîlan Xaneqa di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, beriya niha jî bi mebesta bihêztir kirina peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Îmaratê de giftûgoyên du alî hatibûn kirin û di encam de Îmarat biryara vê yekê da daku, di rojên pêşiya me de bo yekemîn car geştên asmanî yên xwe bo Hewlêrê bide destpêkirin.
Top