Nûrî Malikî Ji Komara Çek Jî Çekan Dikire
Çavkanî eşkere kir ku, li gorî vê peymana han Komara Çek dibe di nava heft mehên pêşiya me de 24 balefirên şer yên L159 pêşkêşî Hikûmeta Îraqê bike.
Ji aliyeke din ve jî Peyvdarê wezareta parastinê ya Komara Çek jî ragihand ku, Serokwezîrê Îraqê peymanek bi qasî 1 miliyar dolar bi Rayedarên Komara Çek re îmze kiriye û li gorî vê peymana han dibe Komara Çek Balefir û çekên din jî Artêşa Îraqê re dabîn bike.
Hêjayê gotinêye ku, beriya çend rojan jî Malikî bi Rayedarên Rûsiyayê re bo kirîna çekan peymanek bi qasî 4 miliyar dolaran îmze kiribû.