Kurdistan û Poloniya nêzîkî hev dibin
![Kurdistan û Poloniya nêzîkî hev dibin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/8765789924707378.jpg )
Di dîdarekê de, tevî pîrozbahîkirinê li sefîrê nû yê Poloniyayê yê Îraqê, Felah Mistefa, herwesa, behsa sewyeya têkeliyên nevbera Kurdistan û Poloniyayê û zêdetir pêşxistina wan têkeliyan di hemû warande ku di berjewendiya her du aliyan de bin kir.
Mistefa ji şandeya polonî re behsa bernme, kar û pilanên hikûmeta Kurdistanê kir bi taybetî di ware geşepêdana sektora çandiniyê, tûrîzmê û pîşesaziyê li Kurdistanê:
- Welatê Poloniyayê di gelek waran de tecrûbeyeke zengîn heye û herêma Kurdistanê dikare fêdey ji wê tecrûbeyê werbigire.
Lîç stêvanîka sefîrê nû yê Poloniyayê bo Îraqê ecêbmayîna xwe bi xwezayê ciwanê Kurdistanê û pêşkeftinên wê di warên cihê de û mêvandostiya kurdan nîşan da ku sipasiya wê pşwaziya germ ya li wê hatiye kirin kir.
Sefîrê Poloniyayê got ku, ew amadeye hemû hevkarî û alêkariya bi saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê re bike û şirket û kompaniyên polonî teşwîq bike daku, li herêma Kurdistanê investkariyê bikin û ji herêma Kurdistanê ber bi deverên din yên Îraqê ve biçin.