• Sunday, 16 June 2024
logo

Bi Beşdariya Serok Barzanî Kongreya Cîhanî Ya Zanistî Ya Kurd Destpê Kir

Gulan Media October 12, 2012 Nûçe
Bi Beşdariya Serok Barzanî Kongreya Cîhanî Ya Zanistî Ya Kurd Destpê Kir
Evro li Hewlêrê bi beşdariya Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî duyemîn kongreya zanistî ya Kurd a navnetewî destpê kir.

Di kongreya han de ku, bi bin diroşmeya zanist û çand bo pêşketina Kurdistanê de destpê kir hijmareke zêde Nunerên welatên biyanî, Konsulusên biyanî û 600 Psporên Kurd yên di warên curbicur ji her çarparçeyên Kurdistanê beşdarbûn, çendîn peyv û raport hatin pêşkêşkirin.

Kongre bi xwendina marşa netewî ya Ey Reqîb destpê kir û pêşt re jî Berpirsê peyvendiyên Derve yên Hikûmeta Kurdistanê Felah Mistefa peyvek pêşkêş kir û bixêr hatina mêwan û Beşdarwanan kir.

Pişt re Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û ragihand ku, ez gelek kêfxweş û bextewerim ku, li gel we di duyemîn kongreya zanistî ya Kurdî a Cîhanî de beşdarî dikim, ev yek pêngaveke gele girîng, hêja û hêvî bexşe û hêviya serkeftinê jî kongreyê re dixwazim û hêvî dikim ku, hun jî demekî xweş li welatê xwe, Bajarê xwe û mala xwe li Hewlêra Paytex derbas bikin.

Bo me cêha serfiraziyêye ku, dibînin hijmareke gelek zêde ji zarokên Gelê me û hijmarek psporên dost û biyanî liwir amadene daku, ezmûn û psportiya xwe bixin xizmeta Gelê Kurd.

Gelek spasiya hatin û beşdarî kirina we û ji dil jî spasiya wan kesan dikim ku, hewl bo organîzekirina vê kongreya han dane.

Bêgoman hun heta ku, xwe pêgehandiye gelek mandîbûn û ked daye ez gelek bi hebûna we serfirazim û serkeftina we jî pîroz dikim.

Şoreş û xebat bi tenê ne şoreş û xebata çekdariye, hun jî xebat û pêşmergatî kiriye lê bi rêbazeke din, Kurdistan û ezmûna niha ya Kurdistanê berhema ked û xebata tevahiya we û Şehîdên Kurdistanê ye lewre Kurdistana evro emaneteke li ser şanê tevahiya me, her pêvajoyekî pêdeviya xwe bi kesên pêgehêştî di warên curbicur de heye, evro pêdeviya me bi damezrandina jêrxaneke bihêz heye bo Kurdistanê daku, baweriya me bi xwe hebe nekî bo her tiştekî emê xwe mihtacî kes anjî aliyên din bikin.

Pêdeviya me bi zanist, ezmûn û psportiya we heye û em amadene ku, di her warî de guhdariya Şîretên we bikin.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku, ezmûn û destkeftên niha yên Kurdistanê berhema keda tevahiya meye û emaneteke li ser stuya tevahiya me lewre pêwîste ev ezmûna han bibe çirayek bo tevahiya xelkê Kurdistanê.

Serokê Kurdistanê di beşeke din ji axaftinên xwe de eşkere kir ku, mafê Gelê Kurd weke her neteweyekî din çarenûsa xwe diyar bike û em dibe çarenûsa xwe bi awayekî aştiyane diyar bikin.

Serok Barzanî di derbarê doza Kurd û çareser kirina vê dozê li Parçeyên din yên Kurdistanê de jî diyar kir ku, dibe dem hatiye guhrtin û niha dem ne dema şerê çekdarî ye, dibe em weke Gelê Kurd hewl bidin daku, xebata xwe ya reva bi rêyên din yên aştiyane û siyasiyane bidomînin û dibe li her parçeyek ji Kurdistanê jî doza Gelê Kurd li gorî taybetmendiyên vê parçeyê bi rê û rêbazên aştiyane were çareserkirin.

Li bendê bin emê tevahiya naveroka gotara Serok Barzanî belav bikin.
Top