• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îraqê Civiyan

Gulan Media October 12, 2012 Nûçe
Serokê Kurdistanê Û Serokkomarê Îraqê Civiyan
Evro li Hewlêrê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û Serokkomarê Îraqa Fedral Celal Talebanî civiyan.

Di hevdîtineke de Serokkomarê Îraqê naveroka hevdîtin û civînên xwe yên bi aliyên siyasî yên Îraqê re ji Serok Barzanî re rave kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de her du alî nêrînên xwe yên di derbarê çawetiya çareser kirina kêşeyên heyî û lihev nêz kirina nêrînên aliyên siyasî bi mebesta derbas bûn ji qirîza heyî ya li Îraqê de diyar kirin.

Di berdewamiya hevdîtinê de Serok Barzanî û Talebanî behsa rewşa giştî ya Deverê û kir û bi awayekî berfire rewşa Kurdistanê jî nirxandin û tekez li ser girîngiya yekrêzî û yek helwestiya part û aliyên siyasî yên Kurdî kirin û balkêşandine ser girîngiya parastina kar û xebatên hevbeş û peymana steratejîk ya di navbera PDK û YNKê de.
Top