Îmad Ehmed: Hikûmet Girîngiyeke Taybet Dide Wezareta Petrolê
Di destpêka hevdîtinê de Wezîrê çavkaniyên xwezayî ev serdana han bi serdaneke girîng bo baştir bihêztir kirina kerta petrolê wesif kir û ragihand ku, em dikarin hîn zêdetir ev kerta han bihêztir û çalaktir bikin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê jî li ser navê civata Wezîran ya Hikûmeta Kurdistanê spasiya Wezaret û Wezîrê çavkaniyên xwezayî kir û ragihand ku, bi kedeke baş karîne ev Wezareta han çalak bikin û heta astek jî jêrxana welatê me baştir bikin.
Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, planeke Hikûmeta Kurdistanê bo girîngî dan bi wezareta han û kerta petrol û gazê heye daku, bikaribin serbixweyiya enerjî li Kurdistanê de bidest bixin.