Rewşa Suriyeyê û tesira wê li ser Rojhilata Navîn
Di dîdarekê de behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û beşdariya kompaniyên fransî di avadankirina Kurdistanê de û sudwergirtin ji tecrûbe û şarezayîya welatê Fransayê hat kirin.
Berprisê têkeliyên derve behsa sewyeya têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên biyanî û bi taybetî digel dewletên cîran kir û got ku, peywendiyên herêma Kurdistanê li gor destûra Îraqa federal û bi rêya wezareta derve a Îraqê re ne û “Nuha 26 welatan nûneratiya xwe li herêma Kurdistanê heye.”
Sefîrê Fransayê yê Îraqê tekîd li ser giringiya têkeliyên navbera Kurdistan û Fransayê kir û got ku, vekirina konsulxaneya Fransayê li Hewlêrê nîşana dide ku Fransa giriniyeke taybet bi têkeliyên di warê siyasî, aborî, kulturî û perwerdeyî bi herêma Kurdistanê re didie.
Rewşa Suriyeyê û tesira wê kirîzê li ser Rojhilata Navîn mijareke din a dîdarê bû. Di vê çarçoveyê de, Mistefa got ku, nêzîkî 30 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê hene û daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, daxwazî ûpêdawîstiyên wan penaberan dabîn bikin bi taybetî ku, demsala zivistanê nêzîk dibe.