Mesrûr Barzanî Û Mîrê Kuwaitê Civiyan
Di hevdîtineke de her du alî bi awayekî berfire behsa rewşa Deverê bi giştî û ya Îraqê bi taybetî kirin.
Di berdewamiya vê hevdîtina han de peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Kuwaitê de jî hatin nirxandin û her du alî behsa çawetiya bihêztir û berfiretir kirina peyvendiyên han kirin.
Her di vê hevdîtina han de Mîrê Kuwaitê behsa rola Serok Barzanî ya li Îraq û Deverê de kir û ev rola han bi roleke girîng û sereke wesif kir.
Her di çarçoweya vê serdana han de evor Şewirmendê civata ewlekariya netevî ya Kurdistanê ji aliyê Cîgirê Mîrê Kuwaitê Newaf Ehmed Elcabir Elsubah ve hate pêşwazîkirin.
Di hevdîtineke de her du alî behsa peyvendiyên dostantî yên di navbera Kurdistan û Kuwaitê de kirin û tekez li ser girîngiya bihêztir kirina peyvendiyên han kirin.
Kurdistantv