• Sunday, 16 June 2024
logo

Şirîn Dîno: Heqe birêz Seidî Pîre niha henekan li xwe bike nek li dengên Tirkmenan

Şirîn Dîno: Heqe birêz Seidî Pîre niha henekan li xwe bike nek li dengên Tirkmenan

Endameke berê ya Parlamentoya Iraqê dibêje, dema Seidî Pîra tiranên xwe bi dengê Tirkmenan dikir, qaşo li Hacî Omeran deng aniye, niha jî divê tiranan bi xwe bike, ku Tirkmen li Helebce û Silêmaniyê çi dikin?

Endama berê ya Parlamentoya Iraqê Şirîn Ebdulrehman Dîno ji BasNewsê re axivî û got, “Heqe birêz Seidî Pîre niha henekan li xwe bike nek bi dengên Tirkmenan, axir li gor wê dabeşkariya nû, kursiyek ji bo Silêmanî jî hatiye dayîn, ê dengên Tirkmenan li wî cihî çi dike? Wek çawa ku birêz Seidî ji xelkê dipirsî, ji ber wê jî ev siyasetmedarên wek Seidî Pîre jî demkurt in û ev jî encama demkurtiya siyasî ye.’’

Herwaha got: “Niha Seidî Pîre çi diaxive ku li Silêmanî û Helebce Tirkmenek nîne û kursî ji wan re hatine dayîn?

Seidî Pîre tiranên xwe bi Hacî Omeran û Çoman kir û got, wan dengê xwe dane Tirkmenan, her çend li wan deran dengdana ji bo namzedên Tirkmenan gelekî normal e, lê ya ecêb û neasayî dabeşkirina kursiyên Tirkmenan li Silêmanî, Helebce û Raperînê ye.!

 

 

Basnews

Top