• Thursday, 27 June 2024
logo

Şewata li Mêrdîn û Amedê hat kontrolkirin: Hejmara mirî û birîndaran zêde bû

Şewata li Mêrdîn û Amedê hat kontrolkirin: Hejmara mirî û birîndaran zêde bû

Di navbera navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê de agir bi zeviyan ket.

Ji ber ba û bahozê agir li nava erdê 7 gundan belav bû.

 Herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Li gundên derdorê gelek şivan jî wenda ne û kes nizane ka sax in an mirî ne.

Karwanê agirkujiyê, makîneyên giran ên kar ber bi gundên navçeyên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê ve dikişin.

Agirê ku li gundê Kelekê dest pê kir, di demeke nêzik de erdê 7 gundan da ber xwe.

Bi hezaran donum erdê ajotî bû xwelî

Di nava 2-3 demjimêran de bi hezaran donum erdê ajotî bû xwelî. Agir bi zehmetî be jî hate vemirandin.

Agirê ku gur bû, kezeba dayikan peritand.

Tenê ji gundê Herberê 3 kesan canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê di vî agirî de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 10 jê bi giranî 44 kes birîndar bûn.

Êşa mirî û birîndaran ji girî û zêmarên dayikan xwe didan der.

“Em nizanin sax e yan mirî ye”

Dayika qurbaniyekî got, “ Îsmaîl Yardimci kurê min e. Em nizanin sax e yan mirî ye. Nîşanê min nedane.”

Xizm qubaniyan - Ma qey em ne guneh in lawo bila hema teyarê avek lê bikirana. Çiyayê me şewitîn, însanên me giş mirin. Ma qey kafirstanî ye?

Xizmeke qurbaniyan got, “Ka kî ma? Giş sêwî man. Ê bê dê man, ê bê bav man, ne erdê wan ma, ne milkê wan ma.”

Xaleta qurbaniyek jî got: “Yê mirî kurê birayê min e. Şewitî yabo. Çû pêşiya agir û şewitî. Di nava agir de şewitî.”


Li gorî şahidên bûyerê dema agir derketiye bablîsok rabûye û bahozê jî daye ser.

Ji ber vê yekê ev agir di demeke kurt li çend qadên berfireh zû belav bûye.

“Agir dora 30 metreyî firiya”

Xizmê qurbaniyan Ahmet Okra jî derbarê şewatê wiha got:

“Ba ji vî alî dihat. Di carekî de ba zivirî, wekî bablîsokê çêbû, agir dora 30 metreyî firiya û hat li nava vî miletî ket.

Deh panzdeh heb însan hebûn. Ên reviyan reviyan, ev di nava agir de man.”

Agirê ku di navbera Amed û Mêrdînê de belav bû, piştî çend demjimêran hat kontrolkirin.

Lê tirsa mezin ew e ku hejmara miriyan di demên pêş de zêdetir bibe.

 

Rudaw

Top