• Sunday, 16 June 2024
logo

Serokwezîrê Îraqê ji bo behiya Reîsî û hevalên wî gehişt Tehranê

Serokwezîrê Îraqê ji bo behiya Reîsî û hevalên wî gehişt Tehranê

Serokwezîrê Îraqê ji bo behiya Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî gehişt Tehranê.

Nivîsîngeha Ragehandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro (Çarşem, 22.05.2024) ragehand, “Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Tehranê bi Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî re civiya”.

Serokwezîrê Îraqê serexweşiyên xwe û gelê Îraqê ji ber mirina Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan û hevalên wan gehandin Elî Xamineyî.

Helîkoptera Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hevalên wî Yekşeme borî, 19.05.2024, ji ber xirabiya keş û hewayê li sinorê parêzgeha Tewrêzê keft. Piştî 18 seetên lêgeriyanê, ew helîkopter hat dîtin ku pûç bûbû.

Medyaya fermî ya Îranê di wî warî de ragehand, “Tevaya swarên wê helîkopterê ku neh kes bûn mirine”.

Swarên wê helîkopterê jî ev bûn; Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdilahiyan, Parêzgerê Azerbaycana Rojhilat Malik Rehmetî, Nûnerê Ayetûlah Xamineyî Îmam Cume û çend berpirsên din.

 

K24

Top