• Saturday, 15 June 2024
logo

Ano Cewher: Eger helwesta Serok Barzanî neba, me ew pênc kursî jî nedidîtin

Ano Cewher: Eger helwesta Serok Barzanî neba, me ew pênc kursî jî nedidîtin

Serokê Hevpeymaniya Hamorabî di derheqa vegerandina pênc kursiyên kutayan de dibêje, “Ev di derheqa mafên pêkhatan de li Herêma Kurdistan şkestineke mezin e”. Herwesa tekezê dike, “Eger helwesta Serok Barzanî neba, me ew pênc kursî jî nedidîtin”.

Serokê Hevpeymaniya Hamorabî Ano Cewher ji K24ê re ragehand, “Em wê biryarê red nakin lê di derheqa mafên pêkhatan de li Herêma Kurdistan şkestineke mezin e. Kursiyên Ermen, Aşûrî, Kiristiyan û Kildanan ji ji nîvê zêdetir hatin kêmkirin, yanî ji pênc kursiyan kirine du kursî, ew du kursî jî par par kirine”.

Ano Cewher herwesa got, “Hebûn û demografiya me 99% li Hewlêr û Dihokê ye, me nêzî 200 gundan tenê li parêzgeha Dihokê hene lê me li Helebce û Silêmaniyê yek gund jî nîne. Herwesa me li Hewlêr û Dihokê 52 dibistanên Siryanî hene ku nêzî heft hezar xwendekaran zimanê Siryanî lê dixwînin, berovajî wê li Silêmanî û Helebceyê yek dibistana Siryanî nîne.

Navbirî amaje jî da, “Me nêzî 12 hêzên siyasî hene, yek bingeha wan hêzên siyasî li Silêmaniyê nîne, ev jî tawana PDK û YNKyê nîne, belkî demografiya me ye ku berî hebûna wan her du partiyan heye”.

Serokê Hevpeymaniya Hamorabî tekez jî kir, “Eger helwesta Serok Barzanî neba, me ew pênc kursî jî nedidîtin. Wan biryara xwe dabû ku mafê pêkhatan nehêlin lê me civîn maye, herwesa Hevpeymaniya Hamorabî hevpeymaniyeke mezintir bi navê Hevpeymaniya Mesîhî pêk aniye, lewma maye ku em biryara xwe bidin ka em tevlî hilbijartinan dibin an na”.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê duhî (Sêşem, 21.05.2024) biryara Desteya Dadweriyê ya Hilbijartinên Îraqê pejirand. Li dû tekista wê biryarê ku pêr (Duşem, 20.05.2024) derkeftiye; pênc kursiyên pêkhatan bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma Kurdistanê tên parvekirin:

1.    Hewlêr: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

2.    Silêmanî: Du kursî (Yek ji bo Kiristiyanan û yek ji bo Tirkmenan)

3.    Dihok: yek kursî ji bo Ermenan.

Pêştir Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar dabû ku hejmara Kursiyên Perlemana Kurdistanê ji bo 100 kursiyan kêm bike, Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan jî li dû wê biryarê ew kursî bi vî awayî li ser parêzgehên Herêma kurdistanê belav kiribûn: 34 kursî ji bo Hewlêrê, 38 kursî ji bo Silêmaniyê, 25 kursî ji Dihokê û sê kursî jî ji bo Helebceyê.

 

K24

Top