• Saturday, 15 June 2024
logo

Sê welatên Ewropayê dê dewleta Filistînê nas bikin

Sê welatên Ewropayê dê dewleta Filistînê nas bikin

Spanya, Îrlanda û Norweçê ragihand ku ew dê dewleta Filistînê bi awayî fermî nas bikin.

Piştî ku Îrlanda û Norweçê ragihand ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin, Îsraîlê bangî balyozên xwe yên li wan welatan kir ku vegerin.

Hikûmeta Norweçê ragihand ku dê li gor hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, 28ê Gulanê Filistînê wekî "dewlet"ê nas bike.

Serokwezîrê Norweçê Jonas Gahr Store, di civîna hevbeş a çapemeniyê ya bi Espen Barth Eide de got, "Hikûmeta Norweçê biryar da ku Filistînê wekî dewlet nas bike."

Jonas Gahr Store destnîşan kir ku alternatîva herî baş ew e ku Îsraîl û Filistîn li tenişta hev wekî du dewlatan di nava aştî û ewlehiyê de bijîn.

Li aliyê din, hikûmeta wî welatî jî ragihand ku Norweç piştevanê çareseriya 2 dewletî dike û hewl dide vê bi pêş bixîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li gorî hiqûqa navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, 28ê Gulanê dê Filistîn bê naskirin.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez jî ragihand ku dê welatê wî 28ê Gulanê dewleta Filistînê bi awayî fermî nas bike.

“Netanyahu ji hemû bangên agirbestê re ker e”

Sanchez diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji hemû bangên agirbestê re "ker e" wî ji bo Filistînê plana aştiyê nîne.

Sanchez herwiha got:

“Tenê yek çareserî heye ew jî ew e ku Filistîn û Îsraîl wekî du dewletên wekhev bên naskirin.

Eşkere ye ku dîwar bên lêkirin û mirov bên bombekirin jî dê axa Filistînê sax bimîne.

Zêdeyî 140 welat dewleta Filistînê nas dikin û bi lobiya me dê zêdetir jî wê nas bikin.”

Piştî Spanya û Norweçê, Serokwezîrê Îrlandayê Simon Harris jî ragihand ku dê welatê wî dewleta Filistînê nas bike.

Îsraîlê bangî balyozên xwe yên li Norweç û Îrlandayê kir

Li aliyê din, piştî ku Îrlanda û Norweçê eşkere kir ku ew dê dewleta Filistînê nas bikin, Îsraîlê bangî balyozên xwe yên li wan welatan kir ku vegerin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê de hat diyarkirin ku Wezîrê Karên Derva Yisrael Katz bangî balyozên Îsraîlê yên li Dublîn û Osloyê kir ku ji bo şêwrê "demildest" vegerin welatê xwe.

Katz diyar kir ku eger Spanya jî biryara naskirina dewleta Filistînê bide, ew dê heman gavê bavêjin û Balyozê Îsraîlê yê li Madrîdê jî vekişînin.

Rudaw

Top