• Sunday, 16 June 2024
logo

Kevin Costner ji Rûdawê re got: Piştî 10 salan zarokên xwe bibin bila fîlma min bibînin

Kevin Costner ji Rûdawê re got: Piştî 10 salan zarokên xwe bibin bila fîlma min bibînin

Aktorê Amerîkî Kevin Costner bi fîlma xwe ya herî dawî beşdarî 77emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê bû.

Fîlma Kevin Costner a bi navê “Horizon: An American Saga”, roja yekşemê li Festîvala Fîlman a Cannesê hat nîşandan.

Kevin Costner ji bilî derhêneriyê, wekî aktor jî di “Horizon: An American Saga”yê de cih girtiye.

Fîlma ku di kategoriya "Big Screen Rising Star Trophy" de hat pêşandan, rastî eleqeyeke mezin hat û temaşevanan 7 deqeyan li ser pêyan jê re li çepikan xist.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê ji Kevin Costner pirsa peyama ku ew dixwaze bi wê fîlmê bide kir.

“Zarok dikarin piştî 10 salan din jî fîlmê temaşe bikin”

Costner li ser pirsa Peyam Serbestê got:

“Ez vê fîlmê pêşkeşî hemû kesî dikim. Ez hêvî dikim ku her kes biçe temaşe bike.

Bila bi hevalên xwe, hezkiriyên xwe û zarokên xwe re herin fîlmê bibînin.

Eger zarokên wan niha biçûk bin, ew dikarin piştî 10 salan din jî fîlmê temaşe bikin.”

Fîlma "Horizon: An American Saga" behsa berfirehbûna koçberiya ji ber şerê navxwe yê Amerîkayê û piştê wê dike.

77mîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê 14ê Gulanê dest pê kir û dê heta 25ê Gulana 2024an li bajarê Cannesê yê Fransayê berdewam bike.

Belgefîlma Kurdî ya bi navê "Min û Daykm / Ez û Dayîka Xwe" ya Dilpak Mecîd a ku ji aliyê Rûdawê ve hatiye çêkirin jî beşdarî festîvalê bûye.

 

Rudaw

Top