Serok Barzanî Gehêşte Romayê
Di merasima pêşwazî kirinê de her yek ji Konsulusê Îraqê yê li Romayê, Konsulusê Komkara Erebî li Romayê, Konsulusê Îraqê yê li Vatîkanê û Nunerê Hikûmeta Kurdistanê yê li Îtaliyayê jî amadebûn.
Biryare ku, Sibê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî beşdariya kongreya navnetewî ya parta û aliyên demokratîk a li ser astê Cîhanê de bike û gotarek jî pêşkêş bike û rewşa Kurdistan, Îraq û Deverê rave bike.
Tê payîn ku, Serok Barzanî di çarçoweya vê serdana xwe de çendîn hevdîtin jî bi Rayedarên Îtaliyayê re pêk bîne.