• Thursday, 25 April 2024
logo

Qenciya Bexdayê di Remezanê de

Qenciya Bexdayê di Remezanê de
Gelê Kurdistanê di nav belaya COVID -19 û meha Remezanê de, xwe bi belayeke Bexdayê re rûbirû dît ku ew jî belaya cudakariyê ye. Ti binemayeke olî û exlaqî birrîna wê nîv budceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nemaze di vê demê de qebûl nake. Tenê di lojîka nehezî û neyariyê de cih digire.

Di destpêka wergirtina posta serokwezîriyê de, Dr. Adil Ebdilmehdî çend caran û di çend bone û helkeftên cuda de dubare kir ku nabe careke din di dema desthilata wî de dest bo mûçeya karmendên Herêma Kurdistanê bê birin.

A rast vêga Adil Ebdilmehdî yek ji wan konevanên dawî û kêmpeyda yên Iraqê ye ku baweriya gelê Kurdistanê hê pê tê. Lewra jî ta niha gelê Kurdistanê bawer nekiriye Adil Ebdilmehdî ew pişka mûçeya wî birriye. Her çiqasî gelek şîrove tên kirin ku ji ber ku kurdan piştevaniya berbijêriya Mistefa Kazimî kir, Ebdilmehdî ji kurdan hêrs bû.

Tiştê ku di yasaya budceya 2019an de hatiye nivîsîn, çend caran ji hêla Wezîrê Darayî yê Iraqê û Cîgirê Serokwezîr bo Karûbarên Darayî Dr. Fûad Husên ve li ser televîzyonên iraqî hate dubarekirin, ku heke Herêma Kurdistanê 250 hezar bermîlên petrolê nede Bexdayê, hingê nîvê tiştê hatiye destnîşankirin bo Herêma Kurdistanê tê şandin.

Her wisa jî hat kirin ku 453 milyar dînar (380 milyon dolar) bo Herêma Kurdistanê hatin şandin. Di demekê de li gor amarên hikûmeta Iraqê, dahata petrola hatî firotin ji aliyê hikûmeta Iraqê ve di sala borî de qasî 87 milyar û 527 milyon dolar bû ku bi awayekî giştî mehane qasî 6 milyar û 543 milyon dolar bû.

Balkêş e ku beşek ji pereyên ku Bexdayê bo hikûmeta Herêma Kurdistanê şandine, careke din çûne navçeyên li jêr desthilata hikûmeta Bexdayê. Çunkî hikûmeta Herêma Kurdistanê tenê li parêzgeha Kerkûkê meaşê 7600 mamoste û 1405 karmend û xerciyên 535 dibistan û 32 bexçeyên zarokan dide.

Li Mexmûrê jî mûçeya 1772 mamoste û karmend û xerciya 69 dibistanan, li Xaneqînê mûçeya 3850 mamoste û karmend û xerciya sê peymangeh û 32 dibistanên kurdî dide.

Çunkî ji piştî hilweşandina rejîma Sedam ve, hikûmeta federe ya Iraqê ne amade ye meaşê wan karmendên Kurd bide ku zarokên Kurd fêrî xwendewarî û zanistê bi zimanê kurdî dikin, her çiqasî di destûra Iraqê de hevokeke birqok heye ku dibêje erebî û kurdî du zimanên fermî yên Iraqê ne. Ji bilî çend karmendên din li navçeyên cihê nakokiyê yên dîtir.

Gelê Kurdistanê ti guherînekê di hizr û fikrîna Bexdayê de nabîne. Çunkî yên desthilatê li Bexdayê birêve dibin yan her şev di televîzyonan de ji gelê Iraqê re diaxivin, hertim bi lojîka “em” û “ew” diaxivin, ku ev ti rêyekê ji bo hevjiyaneke niştimanî ne di hiş û ne di pratîkê de nahêle.

Jixwe ji ber vê lojîkê bû ku zimanzanê Kurd Tofîq Wehbî ku bangewaziya boykota Şêx Mehmûd raçav nekir û di destpêka damezrandina hikûmeta Iraqê de bo dema heşt salan bi pileya wezîr di hikûmeta Iraqê de bû, di dawî de çaxê baregeha jiyana xwe veguhast Brîtanyayê, got: Her tiştekî iraqî pê ve be, xêr ji bo kurdan pê ve nîne.

Heke di miamelekirinê de ev lojîk her wisa berdewam be, heq e hikûmeta Iraqê daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) bike ku Kurdistanê ji Iraqê cuda bike.

Yan divê bi çavê karmendekî Besrayê li karmendekî Silêmaniyê temaşe bike, wek pizîşkekî Necefê li pizîşkekî Hewlêrê temaşe bike. Çunkî pêwîstiya lojîka “em” û “ew” bi du dewletiyê heye, heke na divê lojîk cuda be û divê di vê Remezan û serdema vîrûsa Koronayê de wijdana nebirrîna qûtê xelkê kar bike.

Ji Rudaw hate wergirtin
Top