• Tuesday, 30 April 2024
logo

Cegerxwîn û kovara GULISTAN

Cegerxwîn û kovara GULISTAN
Bi helkeftina derbasbûna 116 salan di ser roja rojnamegeriya kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2014an de destpê dike, bi min xweş e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke a kurdên Sûriyê raxînim ber çavan.. Îro bela mijara me kovara Gulistan be:

Cegerxwîn, ji ber bîrbûn, zanîn û dûrdîtina giringiya zimanê Kurdî di hebûna miletê Kurd de, bi berdewamî, bi Kurdî nivîsand û bi wêrekbûn, bê tirs û bê saw helbestên xwe li dor kul, êş û derdên gelê Kurd hunandin û wiha di çerxê 20 an de xebat û bizaveke zor mezin ji ziman û rewşenbîriya Kurdî re pêşkêş kir..

Di sala 1968an de, piştî (23) salan di ser rawestandina kovara Hawar û Ronahiyê re, (23) salên ji bêdengiyek wek mirinê ku di ser ziman û ferhenga Kurdî re derbas bû, seydayê Cegerxwîn ji nû hewlda ku wê valahiya dagire û wiha dest bi weşandina kovareke xurû Kurdî, bi tîpên latînî kir. Ew kovar navê wê (Gulistan) bû.

Gulistan: Kovareke toreyî û edebî ye. Hejmara pêşîn ji vê kovarê di meha cehzeran sala 1968 an de hatiye weşandin, serkêşiya wê seydayê Cegerxwîn dikir. Hejmarên pêşîn ji 12 rûpelan ta bi 24 rûpelan bûn, li ser pêlên A4, bi bi ronyo dihat kişandin.. Naverok bi piranî bi helbestên Cegerxwîn dihat xemilandin.

Li ser bergê kovara Gulıstan hejmara Dawî (38), zivistana 2009an, pênasîna kovarê wiha hatiye diyarkirin: Kovarek Wêjeyî û Civakî ye, Lê li ser bergên hejmarên pêşîn manşêta pênasîna kovarê wiha hatiye nivîsandin; Kovarek toreyî û edebî ye. Hem jî Kovarek Torevanî û Civakî ye!. Hem jî ev gotina Cegerxwîn li ser tev hejmaran heye, kevin û nû:

Ev kovar kovara te ye
Ev bax û gulîzara te ye
Têde darek xweş biçîne
Ev dar nivîsara te ye.

Hejmara dawî (38) ji kovara Gulistan di 2009an de hatiye weşandin.

Konê Reş,
Qamişlo, 08.04.2014
Top