• Sunday, 05 May 2024
logo

Sibehên Şêx Maşûqê Xeznewî

Sibehên Şêx Maşûqê Xeznewî
Vê sibehê,

Welatê min ê ku dişewite, ji ser milên xwe bavêje,

Ala xewnê, ya ji kêrên bendemanê, di çavê min de daçikîne

û kevokên destê xwe di çîrokên xwînê de bifirîne…

sibeha me bi toza gavên te,

bi hawar û nêrgizên peyvên te,

bi bîna miskê ya cubeyê te,

û bi çurisîna xunava dilê te dest pê dike Şêxê mino!

Sibeha me,

Li Qamişlokê digirî,

Kêlên goristanan,

Bi stêrkên kesk dixemilîne Şêxê mino!



Vê sibehê,

Qamişlokê kirasê xwe yê reş ji sindoqa bûkaniyê derdixîne,

Mûmên xwîna te bi agirê sirûdên xwe vêdixîne,

Û çavên xwe di kila bêrîkirina te de radixîne..

Xewnên xwe bi kêrên tilîliyan dikuje...

Tu jî Şêxê mino!

Di nav destên Kurdistanê de,

Rûbarê kesk î,

Dastana kesk î,

lehengê kesk î,

Bi ser hinarkên azadiyê de dirije...!



Vê sibehê,

Goristan bi goristan

li bîra şûran,

li kujer û serbiran

li morîkên kesk ên zimanê te

û li welatê eşqa te ya sermedî digerim..

Di gulistanên giyanê te de,

zarokên Qamişlokê,

pinpinîkên Amûdê,

hespên berbangê,

Firişteyên Amedê û tofanên Mehabadê, zuha dibin,

ji ser doşeka mirinê radibin

û wekî tembînamayan bi ser keviya xwîna min de dadibin..

De bi ewrên xatirxwestinê re

Bi zimanê pêximberan bipeyive şêxê mino!

Ji çûkên sînoran bidexise

û li daristanan navê xwe di guvîna bagerê de bikole!

Bişirîna te pencereya mirina min e..

Gazinên te duryanên nemana min e..

Sibehên te jî,

Welat û baran û zingîn û gulbişkêvên ramana min e..



Vê sibehê,

Tu koça xwe ji dilê min bar dikî,

Tu parçeyên welatê min di cubeyê xwe de tomar dikî,

Tu çîrokên şehîdan diafirînî

û çiyayên Kurdistanê di dûmana bendemanê de har dikî..

Tu şêxê şehîdan û stirana rojê yî

Tu qublenameya mirîdan û pirtûka sozê yî.

Tu doz î,

Tu serkêşê karwanê azadiya pîroz î..
Top