Sibehên tirsa te
November 17, 2011
Gotar û Nerîn
Hema hema tu her tişt î,
Çavên te, di esmanê dilê min de, du stêrk in
dê dest bi çurisînê bikin,
destên te dê dest bi daçikandina ala azadiyê bikin
kenên te dê dest bi nimadina lêvên Kurdistanê bikin
peyvên te dê dest bi kuştina min bikin
xwîna min jî; ya ku her tiştî bi xwe re diherikîne,
dê dest bi nivîsandina navê te bike,
navê te yê ji hemî tiştan xweşiktir...
Vê sibehê,
Dixwazim ji te re bibêjim,
wê gulê, beriya ku bimire, av bide!
Dixwazim ji te re bibêjim
beriya ku bimirim bêriya miriyên xwe dikim.
Dixwazim ji te re bibêjim
dilê min hînî êşên jiyanê bike!
Dixwazim ji te re bibêjim
ku tu oksijên û hinas min î,
Dixwazim ji te re bibêjim
ku tu welat û pênasa min î,
Vê sibehê
dixwazim ji te re bibêjim:
roj baş, tu wate û ronahiya sibeha min î..
Vê sibehê,
Kolanên xwe yên ji şîrê tirsê,
xaniyên xwe yên ji reşeaxên qederê,
goristana Amûdê ya ji tîna şewatan,
rondikên dayika xwe yên ji karbanên bêrîkirina bakuran,
cigareya bavê xwe ya ku xwîna bîranînan jê diherikî
û li ser devê sînoran diçurisî,
tenhatiya xwe ya ku nema ji xewê hişyar dibe,
çîrokbêjên ku çîvanokên miriyan ji me re dûbare dikin,
hineya dengê te ya ji gulhinaran,
welatên kuştinê yên ku di damarên min de vedihesin,
Hemî pêxemberên xwe yên ku kirasên xwe diçirînin,
li ber destên te radixînim ey xwedayê zaliman!
Vê sibehê,
Piçekî li xuşîna xwîna min guhdarî bike!
London
15. 12. 2011