Çiqas kafirane difikirin
August 11, 2011
Gotar û Nerîn
Ew bi rêya handana xelkê li ser cadeyan dixwazin rih û rîşeyên sîstemê berê bi yekcarî bibirin ku bêguman sîstemekî zalimane bûye. Çînê jêr di warê debarê de di bin wî sîstemî de şepirze bûbû, azadiya siyasî nebû. Lê serdemekî nû dest pê kir. Tiştê ku gelê Misirê bivê, divê zûtirê bazûyên xwe hilmale daku kirasê hejariyê li ber hejaran derxe, bîrokrasî û gendelî û bêdadiyê ji binî ve rake, bo herkesî azadî û dadperweriyê desteber bike. Ev li paşerojê nêrîn e, li geşbînî û jiyana bextewer nêrîn e. Berevajiya wê jî jiyan di raboriyê de ye, hiştina xeyalên xelk e di duhî û pêr de. Bêşik jiyan jî di dema biserçûnê de, tenê kînewerî ye û kînewerî jî jê dize. Ew rijbûna ku bo berdadkirina Husnî Mubarek û kesên din yên wî sîstemî, tê dîtin, jiyan e li raborî. Mijûlkirina gelê Misirê bi babetên talî, hewleke ku gelê Misirê dest bi çaxeke nû neke. Gelê Misirê jî wek her gelekî din, jiyaneke bextewer û hildana rûpeleke nû divê. Lê îslamî dixwazin di vê derfetê de li ser hisabê wî gelî bi ser kevin û bigihin armanca xwe. Dixwazin ji derî û pencereyê piştê, ber bi hilbijartinê biçin.
Dema ku misirî diaxivin mirov tê digihe, tevî ku ew ji sîstemê berê dilteng û daxdar in, şanazî bi du tiştên di wî sîstemî de dikin. Yek, dadweriya Misirê ku pîşeyî û serbixwe ye. Du, artêş ku artêşa welêt e û serweriya welêt û gel diparêze. Rastî ye jî, wek me dît artêşa Misirê di dema xwenîşandanên gelê Misirê de bêaliyane û dadweriya xwe nîşan da. Neketin pal rejîma siyasî û xwe ragirtin û bisebir tevgeriyan. Tiştê ku ez têdigihim mayîna van herdu waran wate dadwerî û artêş, bi pîşeweriya xwe ve, yên fundamentalist jî tê de rê bo îslamiyan xweş nake ku ji nişka ve desthilatê bi dest bixin û bigihin lûtkeya wê. Bi berevajiya wê çendê her du war jî li ber wan rêgir in. Wek min got dab û nerîta îslama siyasî ew e, bi rêyên nerewa destkeft bi dest bixin.
Îslamiyên Misirê, hana xelkê li ser cadeyan didin ku biçin pêş dadgehê û daxwaza derxistina biryara tawanbariya Husnî Mubarek û yên din bide heya bigire fermana bidarvekirina wî jî. Em nabêjin Mubarek û yên din bêtawan in, nabêjin jî neyên bidarvekirin eger kiryarên wan hêjayê bidarvekirinê bin. Kes vî tiştî nabêje, lê fişarxistin bo ser dadgehê ta biryareke wiha bide ku bi dilê alîgirên Îxwanê be, ji lêdana serbixweyiya dadweriya Misirê wêdetir tiştekî din nîne. Wek çawa maweyek e bo jikardûrxistina sererkanê artêşê pestan dikin(fişarxistin). Dixwazin pîşewerî û bêaliyanetiya artêşa kêm bikin. Kes nizane ev îslamî çiqas kafirane difikirin.
Ez bergirî li Mubarek û hevalên wî nakim, çi bi ser wan tê bila bê. Armanca min, nîşandana hewl û lêxebitîna îslamiyan ya bo “Ga derbaskirin bi kunê derzî de”.
Yek ji wan obalên (webal) ku îslamî dixin stûyê Mubarek ew e, gaz bi erzan firoştiye îsraîlê. Bêguman peyva erzan, di vir de zêde ye. Misirek ku parsekiyê bike nikare tiştekî xwe bi erzan ji dest bide. Bo pirsa firoştinê jî, sîstemek biryar dide û girêbest tê îmzekirin. Dehan sal e ev girêbest heye û dinya dizane, îslamî çima niha dengê xwe derdixin?
Obeleke din ew e, Mubarek xwenîşander kuştine, ev ji ya berê seyrtir (ecêb) e. Gelo dariştina fermanên welêt di destê serok de ne? Baş e, eger Mubarek fermana teqekirinê nedaba polis û hêzên ewlekariyê, gelo wan dê xwepêşander gulbaran kiribana? Ma hêzên ewlekarî û polis bo serkeftinê nebe, bo çi ne, rojên wiha nebin? Wek rojane dibînin, di pêşkeftîtirîn welatên dinyayê de karmendên ewlekarî û polis bi erka xwe radibin di serkutkirina her kesî de ku serhildêrî bike, çima daxwaza guherîna sîstemê welêt û çûna serok, hewqasî hêsan e? Behsa talankirina serwet û samanê welêt nakim, ev desthavêjî (belge) divê, heye ku wiha be an jî wiha nebe. Bo van gotineke min nîne. Gotina min ew e, kesek sî çil sal bi ser desthilatê be, çi rewa û nerewa dê sûdê ji desthilatdariyê werbigire.
Bi kurtî, tiştê ku îslamî di pirsa berdadkirina Mubarek, kurên wî û hindek ji berpirsên serdema wî de dikin ew e ku dixwazin bi rêya vê pirsê, tevî siyaset, têkilî, artêş, dadwer û hemû tiştên wê, sîstema berê ji nav bibin ku bi ya îslamiyan sîstemeke sekûler bûye. Eger îslama siyasî wiha neke, nikare bigihe desthilatê. Îslamî fêm kirine ku tiştê jê re dibêjin toleran, rêya gihiştine bi desthilatê li wan digire. Ya ku jê re dibêjin rehm, agirê kîneweriyê yê di pîremêrekî nod salî de sar dike û kînewer dike mirov. Rik û kîn bo îslam rêyê gihiştin bi armanc e ne ku rêya dilpakiyê. Eger hûn rastiyê bivên, nabe ev kînewerî digel bingehên ol de yek be lê wan mohra xwe li olê xist.
Dimîne ser gelê Misir û dadweriya Misirê, gelo ew dê di vê duriyanê de çi bikin? Dê bidin ser rêya geşbînî, evînî û dinyabînî bi nêrîneke serdemiyane wek ku misirî pê hatine nasîn yan bidin ser rêya kîneweriya ku dibe bo çaxa cehalet û hizrîna zalimane? Ew dê ji aliyê dadweriya Misirê ve bê yekalîkirin, berî ku roja hilbijartinê bê û gel bi yekcarî biryara xwe li ser bide.
9/8/2011
Veguhastin ji Soranî bo Kurmancî (AKnews)