• Thursday, 02 May 2024
logo

Sibehên Tîrmehê

Sibehên Tîrmehê
Vê sibehê,
Dergehên kevnar ên xewnan vedibin,
Bagerên bîranînan
li şewatên bîra min dipirsin,
Dixwazim
çîroka tenhatiyê ji te re bibêjim,
Dixwazim
tu dest bi hilatinê bikî, ez jî bi dawî bibim,
Dixwazim
destên te
hetahetayê di nav destên ronahiyê de bimînin,
Dixwazim
çavên te
yên reş, berî ku bimirim, pêlên azadiyê bibînin..

Vê sibehê,
Dilê min li Amûdê ye,
Serê min li Amedê ye,
Li berbejna xwe
ya ku bi ala te xemilandîbû,
digerim..
Çiya bi çiya li tovên sirûda te
digerim,
Li dilê xwe
Li serê xwe,
Li baskên te yên ji ronahiyê
digerim!

Vê sibehê,
Dilê min li kolanên Amûdê,
Êş bi êş, xewn bi xewn, dijene.
Ji pencereyekê ber bi ya din ve dibeze,
Ji malekê ber bi maleke din ve digindire,
Ji darekê ber bi darekê ve difire,
Amûdê dilê min bi lepên tirsê diguvêşe,
Dilop bi dilop,
Piyala azadiyê bi xwîna min dadigire!

London
21. 07. 2011
Top