• Thursday, 02 May 2024
logo

Miletê Kurd qedera xwe tayîn kir

Miletê Kurd qedera xwe tayîn kir
Kurdistaniyên hêja!

Kî çi navî lê dike bila bike, kî jî çawa şîrove dike bila bike, ev hêza miletê Kurd e ku di hilbijartinan de bi serkeft. Ev vîn û îrada miletê Kurd e ku bi vê helwesta xwe nîşan da, ku êdî ti kes nikare li ser hêsabê miletê Kurd li ser axa Kurdistanê biryar bide. Ev ji bo Kurd û Kurdistanê serkeftineke mezin e. Jixwe ev helwesta miletê Kurd ji niha ve, ne tenê Kurdistan û Tirkiye, herwisa cîhan jî hejand. Çapemeniya Ewropa û Amerîka jî gelek berbifireh li ser vê mijarê sekinî. Bi taybet

Frankfurter Allgemeine Zeitung şîroveyek balkêş kir û serkeftina Kurdan wek hêzeke pir bi quwet nîşan da. FAZ dinivîsîne “Die Kurdenfrage wird immer virulenter“ (Pirsgirêka Kurd hîn bi hêztir bû)

Ji îro û pêve karê Parlamenterên Kurd pir . Heger ew li ser hêsabê milet karbikin, mixalefeteke baş bişopînin, li gor raya gelê Kurd tevbigerin, dê miletê Kurd ji wan razîb be. Lê heger ew bi îdeolojîk tevbigerin dê hêviyê milet bêne şikandin.

Kurd mecbûrin hêsabên xwe baş bikin û lê bixwebitin, ku pergala Mustafa Kemal Ataturk bi zagona bingehîn ji holê rabikin. Çimkî heger pergala Ataturk ranebe, ji bo Kurdan pir tişt nayê guhertin û Demokrasiyeke rasteqîn jî li Tirkiyê çê nabe. Hema hema her tişt bi wê pergala prîmîtîv ya Mustafa Kemal Ataturk ve girêdayîye. Kemalîstan bi wê pergala şêlû miletê Kurd tarûmar kirin û mêjûyên Tirkan jî vala kir. Lê êdî çerxa dawî li anîna wê pergala bi kirêt hate gerandin.

Ev helwesta Kurdan ya pîroz ne tenê ji hukumeta Erdogan re, herwisa ji komara Tirkan ya korsan re jî peyameke, ku Kurd êdî nîrê koloniyalîzimê şikandiye û dikare li ser axa Kurdistanê partiyên Tirkan hemiyan jî di erdê re bike.

BDP daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî dike. Ev daxwazeke pir pîroze. Xwezil Kurdan ji destpêkê de bi dengekî bilind ev daxwaza bikirana, lê heya tiroviroyên Kemalîzimê neyê guherîn dê Tirk vê carê jî zimanê Kurdî bi Kemalîzimê bilewitînin û zarokên Kurdan bi Kurdî hînî Kemalîzimê bikin.

Niha roleke-risteke kilît ketiye destê Kurdan. Ew dikarin bi hukumetê re li ser zagona bingehîn bazareke xurt bikin û pêşiyê jî li Kemalîstan bigirin. Lê divêt BDP xwe ji çepên Tirkên Kemalîst rizgar bike û nehêle ku ew li ser qedera miletê Kurd biryar bidin.

Li Ewropa destpêka qirçeqirçê bi pergala Ataturk ket. Hingiya ez li ser dek û dolabên Kemalîstan bi zimanê Almanî dinivîsînim, vaye van rojan çapemeniya Alman destpêkir, ku Ataturk û pergala wî wek Dîktator û hov rayê bide. Ev cara yekeme ku çapemeniya Ewropa behsa dîktatoriya Ataturk dike û dibêje Ataturk dîktatoriya Mosolînî ji xwe re kiribû nimûne.

Almaniya, 16.06.2011
Top