Sibehên rojçêbûnê
June 17, 2011
Gotar û Nerîn
Vê sibehê,
Em li wir in,
mîna hechecîkên sergerdan li xwe digerin,
em lêborînên xwe ji çavên xemgîn ên dayikên xwe dixwazin,
em tembînameyên bavên xwe li ser keviyên şevê wek hawarên bêrîkirinê dipesinînin,
em baranê ji nav destên ewran direvînin,
em gulên xatirxwestinê yên birîndar di himbêza salan de dihêlin û
em hemî pencereyên xewnên xwe bi ser bêdengiya goristanên temenên xwe de vedikin..
Em li vir in,
Em bi pey siberên xwe dikevin,
Em di doşekên bendemanê de radikevin,
Em ji xwe, ber bi kûrahiyên bêhûdeyiyê ve dadikevin..
Vê sibehê,
Bajarên ku ji te re çîrokên wan dibêjim,
Bajarên ku dergehên wan ji hatina te re vedikim,
Bajarên ku çemên wan ji te re diherikînim,
Bajarên ku goristanên wan bi gulên hesretê dixemilînim,
Ne bajarên min in, bajarên xelkê ne!
Bi tenê destê ku bi destê te girtiye
Destê ku di nav destê te de dişewite,
destê min e.
Şev e,
lê ne bi destê min e, Aniha ez dê navên we di nav mayinan de bihêlim û ez dê xwe jî bi we re di teqîna pêşîn de bikujim... de dîroka xwe ji ser milên xwe bavêjin, hevalên xwe hetahetayê bi tenê bihêlin û werin di himbêza min de razin...
Destên min bi bîranînên we dişewitin lê ne xem e ez dê mirina xwe ji we re bikim navnîşana jiyanê...
Vê sibehê,
Min pirtûka te ji ber çavên qederê vedişart..
Min berbejna te ji milê bagerê direvand..
Min sînorên êşa te di mijê de dihiştin,
Min Dicle û Firatê xewna te bi pênûsên azadiyê dikuştin,
Û min ava serê te bi agirê dilê xwe dikeland...