Sibehên Şêxan
June 14, 2011
Gotar û Nerîn
Tu ne li vir î,
Ewrên ku dixwestin bi ser Qamişloyê de bibarin, ji axê xeyidîn û çûn.
Rîhana diya min li pey te di hesretê de zuha dibe,
Dara hinarê dixwaze li pey te şipiya bimire,
Tu ne li vir î,
lê êşa şehîdên min û goristanên welatê min
bi sorgulên destê te kêfxweş dibin.
Vê sibehê,
”1´ê Hizêranê” bi destê min digirt û min bi xwe re dibir Qamişlokê,
Cubeyê te di esmanê şîn de diçurisî,
Kujerên te xwe di bêrîkên şevê de vedişartin,
Çiyayên welatê min bêriya dengvedana te dikirin,
Li ber kêla te radiwestiyam,
Min her şeş gulên xwe li ber serê te datanîn
û ji te re sucde dibûm hey Şêxê Şehîdan!
Vê şevê,
çavên xwe digirim; wek miriyekî, li hêviya agirê dilê te dimînim.
Dîwarên bindestiya te bi ser xwe de diherifinim,
Diya min dibêje ha ji xwe hebe kurê min!
Dapîra min ji gora xwe radibe û ji min re dibêje ha ji xwe NEBE kurê keça min, van dijminan bapîrê te kuştin,
Ez jî li xwe vedigerim û dijminên xewna xwe yeko yeko dihejmêrim..
Vê sibehê,
keziyên ewran di esmanê çavên te de vedihûnim,
sînga xwe bi bîna hinarên sînga te dadigirim,
Devê xwe bi çêja nave te şêrîn dikim, nêçîra firişteyên kenê te dikim,
xwe bi lerza Laşê te di xeyala xwe de radipêçim,
tembînameya xwe li ser pîtanokên lêvên te dinivîsînim,
te ji nû ve davêjim ser milên xwe
û berê xwe didim nêzîktirîn goristana bêrîkirinê.