• Friday, 03 May 2024
logo

Ax ji derdê kurdan

Ax ji derdê kurdan
Berî çend salan yek ji berpirsên kurdan got ku kurd gelekî tembel e. Her kes raperî û gotin ev sivkayatî ye, kurd gelekî pir çalak û jêhatî ye û zaf dahêner e. gotin ewê bi serê kurdan de hatî bi serê gelekî din de bihata bi vî şêweyî jî nedima. Kesî nediwêrîn bergiriyê ji ray û boçûnên wî kesî re bike. Wek tîtal û nerêt di nav kurd de berpirs her tim şaş e, rojnameger jî her tim rast e.

Gelê dahêner kî ye? Gelê Japonyayê dahêner e. Meha adara raborî tsunami li beşekî mezin yê wî welatî da û bûye sedema têkçûna nêzîkî 20 hezar kes. Di tsunamiya vê carê de di çend saetên kêm de karesatekê rû da ceste û derûniya mirovan hejand. Ev nîvê çîrokê ye, nîvê din jî wê çi behane ji kesî werngirt, gelekan jê re pêşniyaz kir û wê hîç nexwest. Tenê bi şiyanên xwe bi ser de zal bû. karesat jî tenê di sirûştê de ranewestiya, lê gihişt binkeyên navokî jî ku hindek mabû bibe serbareke din û ziyana mayekî û giyanî hîn zêde bike. Lê Japon ne qîra û ne giriya û ne minetê kesî bi ser xwe xistin. Serokê encûmena Dûma ya Rûs di nav wê karesata mirovî de, pêşniyazeke bi henekî got, “Gelê Japonyayê gelekî dahêner e, heyf e, ewiha ji nav biçe, ez pêşniyaz dikim bên li ser xaka Sîbîrya niştecî bibin”.

Bîst hezar kes di çend saetan de li ber avê çûn û bûna xwarin û bijêwa candarên zeryayê, binêrin piştî ewqas pêşkeftina teknîkî ya mirovahiyê hîn mirov radestî hovîtiya sirûştê dibe. Gelê Japonê di şerê cîhanê yê duyem çekên navokî li beramberê hatin bikaranîn û ziyaneke mezin dît. Tsunami dem bi dem rû dide. De were vê berawird bike bi karesatên gelê kurd re, îcar bi xwe bêje çi bi serê me hatiye, hemû kiryarên kîmyabaran û kuştinan nagihin jimareya qurbaniyên vê carê yê tsunami.

Kurdistan ne li ser hêla (xeta) erdhejê ye, ne di dîroka kevin de û ne jî di ya nû de, qet carekê jî erdhejê li kurdan nexistiye. Li Kurdistanê lêmişt û lehiyê avê ranabe û berf nakeve ku karesat rû bidin, bahoz û bager nînin ku xaniyan hilweşîne û mirov û candaran ji nav bibe. Hişkesalî rûyê xwe nade Kurdistanê, kurd digel siruşta Kurdistanê zaf bextewer e û wek paşayê sertext dijî. Dimîne zilmê Mirov, ew gelên cînar dagirkerî li kurdan kirine, ew jî eger em salên heştêyî yê sedsala bîstan bi bîr bînin ku Sedam Hisên ew kiriye, tiştekî ewiha nîne ku hêjayî gotinê be. Ew ê Sedam kirî beşek bû ji hikariya şerê li hember Îranê. Qet bi serê kurdan de nehatiye lê ew zaf diqîrin, nebûna serxwebûna netewî û mayîna xaka Kurdistanê li jêr destê bêgane û biyaniyan, çendî biyanî tê de tawanbar bin lê kurd bi xwe ji ber ve berpirsyar in. kurd diqîre û bang dike ku tiştekî wî nîne û ew mezlûm e, dixwaze destê wî bigirin û rizgar bikin.

Ez ne di wê baweriyê de me ku kurdan dikarî di dîrokê de azadiya xwe bi dest xwe ve bihênana. Berevajî wê sedema rewşa wan ji tembeliya wan hatiye û eger baş tê de biramî diyar dibe ew qet ne cih şanaziyê ye. Kurd di nav gelên din de her bêxem bûye. Hinek caran hindek şekir di nav çayê de dimîne her çiqas hewl didî bihelînî nahele. Ev kitûmit kurd e. Nuha di van rojan de ku raperînan xwe li welatên ereb girtiye û sîstemên diktator ji nav dibin, li şûna ku kurdên beşên din jî hewl bidin raperin û xwe rizgar bikin, kurdî Iraq dixwaze ew ê li vir bi cî hatiye, ji dest bide.

Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ku di hemû waran de yek ji hêzên dinyayê ye, şermezariyeke wê ji dîrokê heye ji ber girêkora derûnî. Ew girêkora han jî gelê Vêtnamê di destpêka şêstî de ji wan re durist kir. Bila kurd azad bûya ji şîretek ji wan werbigirta, bila dersekê ji tsunami werbigire û ewqas nebase. Raperîna gelê Cezaêr ji destê dagirkerê Fransa di heman dema raperîna gelê Vêtnamê ji destê Amerîka de bû, ezmûneke din pêwîst e kurd jê fêr bibûya.

Bila yek were bersivê bide, çira kurd dersan ji tecrûbe û ezmûnan wernagirin, lê tika ye bê gazin û girî ji tiştên rû danî, ez jî vê dizanim û min bihîstiye. Receb teybib Erdogan ziravên wî qetiyan ku çûye berev tevgerên li welatên ereb, Lîbya ew dîn kir, îcar Behrên, ewa Sûriye ku aqil di serî de nehişt. Hûn dizanin çima? Ji ber Erdogan ewiha dizane ku çavên kurdên bakur dê li ser wan ezmûnan vebin û raperin, nizane ku kurd ji wê “jîrtir e” ku fêdê ji ezmûna gelan werbigire û bixebite û azad bibe, lewma kurd tembel in.

(AKnews)
Top