Sibehên Gulanê
May 30, 2011
Gotar û Nerîn
Tu di koşeyên tarî yên dilê min ê perçebûyî de
Çira û Newroz î
Halan û bahoz î
Şehîd û bîrdoz î
Pinpinîk û lîloz î
Kerwan û reşetoz î
Tu,
Sîtava xwedê yî
welatê eşqê yî
Çavlirêmana dayê yî
Naveroka tayê yî
Zimanê bayê yî
Tu,
Di xelwetxaneya min de
pirtûka herî Pîrrrrrrrrrroz î..
Vê sibehê,
Daristana çavên te bi tîrêjên rojê dixemilînim,
Navê te yê qedexe, wek cejnekê, ji devê min derdikeve,
Destên min ên ji gunehbariyê li ser sînga te sêwî dimînin,
Bîna te, pêl bi pêl, ji min difûre,
stêrkên zarotiyê bi ser dilê min de dirijin,
Min dixwest tiştekî bi qasî mirinê dijwar ji te re bibêjim,
Lê çavên te di tîrêjên rojê de venedibûn.
Vê dibehê,
kûviyên êşa min li kontarên bêdengiya te diçêrin,
stiranên xwe yên ji xuşîna baranê radestî reşeewran dikim,
Xwe dişewitînim da tu şewatan ji bîr bikî,
Di sorgulên kenê te de tembînameya xwe vedişêrim,
Nexşeyên xwe li ber destên tozê radixînim,
Û kirasekî sipî ji tevna sibehê, ji te re, li pey xwe, di şevê de dihêlim.
Vê sibehê,
Nave te li ser zimanê min e,
ewrên bêrîkirinê zeviyên xewnê av didin,
li asoyên dûr dinêrim; dastanên te yên şewitî dibînim,
dixwazim ber bi te ve bifirim,
lê baskên min têra evîna te nakin.
Dixwazim te di hêlana dilê xwe de bihejînim,
Lê destên min têra himbêzkirina stiranên te nakin.