• Thursday, 02 May 2024
logo

Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir

Rojnama Hurriyet li dijî min kampana biçûkxistinê û reşkirinê destpê kir
Kurdistaniyên hêja!
Ev demeke dirêje ez gotaran bi navê xwe yê Robin Fermann bi zimanê Almanî jî dinivîsim. Roj diçe çapemeniya Alman, ya Awûstûrya-Nemsa û ya Swîsre berbifireh cîh didin gotarên min. Ji ber ku daxwaznama min ji aliyê daîra Almanan ve ji bo guhertina navê min Fûad Sîpan nehate pejirandin, ez mecbûr mam navekî din ku Kurdî be, lê ji bo Almanan jî hêsan be li xwe bikim û min navê xwe guhert û ji sala 2008-an ve navê min yê fermî Robin Fermann e. Bê guman dê herdem wek Fûad Sîpan bimînim. Lê di warê fermî de mecbûrim Robin Fermann bikar bînim.

Min çend roj beriya roja 23ê Nîsanê ji çapemeniya Alman, Nemsa û Swîsre re gotarek bi Almanî birêkir ku di 23ê Nîsanê de bê weşandin. Qasî min şopand nêzîkî 15 rojname û malperên înternetên ew gotara min weşandin. Gotara min di 09.05.2011-an de jî di rojnama Westfalen Blatt li bajarê Bielefeldê wek nama xwendevanan hate weşandin. Li ser vê bûyerê hin Tirkên vî bajarî rabûne ser piyan û rojnama Hurriyetê xistine dewrê, li dijî min û rojnama Alman kampanyek reşkirin û biçûkxistinê vekirin, ku hovîtiya xwe û ya Mistefa Kemal û derewên goya roja 23ê Nîsanê cejna zarokan veşêrin. Ne pêwiste ku naveroka wê gotara xwe ya bi zimanê Almanî di vê gotarê de yek bi yek wergerînim. Min di sala 2003-an de li ser vê mijarê nivîsîbû. Kesên bixwezin dikarin di vê lînka li jêr ya Pena Kurd de gotara min bixwînin. Naverok hema hema eyniye.

http://www.pen-kurd.org/kurdi/fuatakpinar/cejnaderewan.html

Min li ser kampanya Hurriyetê ya li dijî min û rojnama Alman di 13.05.2011-an de gotarek nû bi Almanî belav kir, dek, dolab û derewên rojnama Hurriyetê li pêşiya alema Ewropa raxist. Ez bawerim dê çapemeniya Ewropa cih bide gotara min. Min di eynî wextê de jî ew gotara xwe ji konseya çapemeniya Almanya re wek gilî birêkir. Çimkî rojnama Hurriyet îdîa dike, ku goya min û rojnama Alman li Tirkan heqaret kiriye.

Ev ne cara yekeme, ku rojnama Tirk Hurriyet wisa dike. Bi salane kesên dewlet û hukumeta Tirkan rexne bikin Hurriyet dijî wan kampanya vedike. Yên heya niha ji wê kampanya Hurriyetê nesîbên xwe wegirtine kesên wek serokwezîrên Almanya Gerhard Schröder û pir siyasetmedarên din yên Almanya hene.

Ji aliyê din ve rojnama Hurriyet bi salane ji dewleta kemalîst re taşeroniyê dike. Heya niha li ser pir kesan îftira û derew nivîsandiye û di encamê de sawciyên dewleta Tirk di derbarên pir kesan de dawe vekiriye. Belkû bi dehhezaran kes ji bo îftira û boxtanên Hurriyetê hatine girtin, îşkence kirin, kuştin û bi dehansalan ceza li mirovan bê sûc û guneh cê bele sebeb hatiye birîn.

Divêt her kesên bi xwedî wijdan li dijî rojnama Hurriyetê derkevin û vê rojnama Ergenekonê mehkum bikin. Rojnama Hurriyetê di eynî wextê de rojnameyeke nijadperest û rasîste. Jixwe logoya wê ji serê Mustafa Kemal û ala Tirkan ve pêktê. Di binê logoyê de jî dinivîsîne “Türkiye Türklerindir” (Tirkiye ya Tirkan e) Ev gotin bi serê xwe dijminahiya miletê Kurd û yên dine.
Top