• Thursday, 02 May 2024
logo

Sûriye, ketin nêzîk e

Sûriye, ketin nêzîk e
Her sîstemeke dîktatorî, ku raperîn yan hema liveke biçûk ya nerazayiyê di welatê xwe de dibîne, davêje stûyê destên derve ji ber ku li ba wan gel hemû pez û dewar e, ji wan e eger handana derekî nebe heta bi heta ew gel dê di bin destê wan de be û dê nikaribe xwe bilivîne. Rejîma Sûriyê jî ji vê bêtir jî pê de çûye, rojane xwepêşanderan dikuje û dibêje “ne em wan dikujin, ew destekî terorîstî yê ji derve ye”. Leşker û efserên artêşa xwe jî dikuje, eger ew fermanan bi cîbicî nekin û raperînê tepeser nekin, wan jî davêje ser “destê veşartî yê derekî.”

Kî bawer dike di rejîmeke ewiha dîktatorî de, destê derekî (derve) ewqas dirêj be, ji aliyekî ve xelkê sor dike û têve dide bo raperin û ji aliyê din ve wan dikuje û pê re digihe ku efserên artêşê jî ji nav bibe û bikuje. Ev henek û kêrç tenê di nav rejîmên ereb û vê navçeyê de hene ku tinazî û yariyên xwe bi bîr û hizra gelan dikin.

Baş e, em bêjin destên derekî ne! Çima ew rêkê nade ragihandina cîhanî û biyanî ta ku nûçe û dengûbasên vê rewşa ne li hev dabipoşe û zulma li ser welatê Sûriyeyê ji dinyayê re rabigihîne. Yan eger rast e, hemû kiryarên têne kirin kî ne, kî hildipeke ser xaniyên xelkê û xwepêşanderan desteser dike û wan di girtiyan de datîne? Aya ev jî dîsa destên derekî ne?

Berî 20 salan sîstemên seranserî hilweşiyan û bi dawî hatin. Diviya bû wê demê ev sîstem jî birûxana. Cudahiya di navbera wan de ew e, serokên wan rejîman berî 20 salan, wek nimûne Yekîtiya Sovyetê, Czechoslovakia, Almanyaya rojhilat û ewên din, piranî wan bi xwe xwe teslîmî gelên xwe kirin. Serkirdeyên wan destê xwe dan daxwaziya giştî û kursiya desthilatê bi cih hiştin û hêlan. Serokê yekîtiya Sovyetê Mikail Gorbachev jî xwe rêberê vê hilweşandina dîrokî da nasîn, lewma jî navê wî hate nivîsîn.

Dema sîstema Tûnis û Misrê bi fişar û liva kolanê rûxa, serok û partiya wî bê serhişkî dest ji kursiya desthilatê berda, diviya bû rejîmên Lîbiya, Yemen û Sûriyeyê sûd jê werbigirta û kursiya desthilatê ku ji mêj ve ji bo berjewendiya malbeta xwe bi kar tîne bi cih bihîşta. Divê ew wê kursiyê berde, ji ber her ku bimîne kuştin û tawankariyên wê zêdetir dibin.

Piştî ketina sîstema Sovyetê û çend dewletên xwedî sîstemên seranserî, li dinyayê binemayên nû derketin holê. Qonaxa şerê sar ku piştî şerê cîhanê yê duyem dest pê kir û berdewam kir heta ketina Yekîtiya Sovyetê sala 1990î mafê takekesî û yê gelan bêtirî 50 salî zep kir. Piştî wê qonaxê sazî û dezgehên navdewletî ji bo çavdêriya mafê mirovan û azadiya rayderbirînê û heta çavdêriya gendeliyê ta destêwerdana nav karê dewletan. Ew dem derbaz bû ku çewsandina gelekî ku ji bo azadiya xwe dixebite karûbarekî navxweyî bête jimartin. Piştî sala 1990î ji sedsala raborî destêwerdana navdewletî bo her parçeyekî ji dinyayê bûye dab û nerêteke sepandî. Ev nerêt û tîtal îro li sûriyê tête sepandin. Bi tevî ku sepandina cezayê bi ser çend berpirsên ji desthilata Sûriyê de karekî hêmayî ye û çi ziyaneke mezin nagihîne rejîmê, lê ew nîşan e ku civaka navdewletî ne bê deng e.

Li Sûriyê ji destedestkirina desthilatê re hilbijartinên azad nînin, serokatî li wî welatî mîrat e, her çend welatekî komarî ye. Azadiya rayderbirînê karê ragihandinê li Sûriyê nîne. Mafê mirovan tête binpêkirin, rêya karê siyasî tenê ji bo partiyekî heye, dijbere jî li derve ye yan jî di bin erdê de ye yan jî di zindanên rejîmê de ye. Sîstemeke di bingehên xwe de ne serdemiyane be civak nema wê qebûl dike.

Li Sûriye welat ji aliyê taîfeyeke biçûk “taîfeya elewî” ve bi rê ve diçe, rêjeya wê di nav civaka sûrî de ne ji sedî 12 zêdetir e, li hemberê mislimanên sinî bêtirî ji sedî 70 hene. Eger ev hemû ji bo vê sîstemê ne kêşe be, ew nikare gendeliyê û bertîlxwariyê ji nav hemû movikên sîstema xwe pak bike. Gendelî û komkirina samanê di destê desteyekê de ye li ser hesabê hejarî û belengaziya piraniya civakê. Gendelî ji bo hilweşandina her sîstemekê hêlîneke baş e.

Nîşaneke din ya rejîma Sûriyeyê ku nahêle temenê wê zêdetir dirêj bibe, ew jî nikolî û înkarkirina mafên gel û neteweyên din e. Gelek kurd bê nasname ne yan jî bi koçer û ereb têne jimartin. Ziman û kultûra kurdî jî qedexe ye. Ev reftarên han di vê serdema me de şermezar in.

êguman ku raperîn û xwepêşandan berfirehtir dibin û paşde venakişin. Destberdarî ji azadiya karê siyasî û azadiya medyayê û rêzgirtina mafê mirovan êdî neçar e. Gel êdî serkutkirin û çewsandina olî, mezhebî û neteweyî qebûl nekin. Bihawarçûna rejîma Sûriyeyê ji bo çaksazî û pêngavên demokrasî êdî bi kêr nahê. Ne gelê ji daxwazên xwe paşve vedikişe û ne jî hizra rejîmê tête guhartin. Gotinek heye dibêje “dar bi pîrî rast nebe”. Rejîm li Sûriyeyê nikare guhartinan bi rê ve bibe, divê em çaverêyî hilweşandinê bikin, zû yan dereng.

Ewên dikarin ji dostaniya desthilata Sûriyê xwe vedizin, dest pê kirin. Tevgera Îslamî ya Filîstînê (Hemas) pê hesiya ku dawiya vê sîstemê nêzîk e, xwe gihand û bi rêxistina (Fetih) re aşt bû. Desthilata Tirkiyeyê jî xwe xwar ku xwepêşandan raperînan vemirîne, gireya Tirkiyeyê jî pêngavên guhartinê ji aliyê desthilatê ve ne ku dereng man û qet rû nadin “dar bi pîrî rast nebe”.

Şiyana guhartinê li ba van sîstemên ereb nîne, baweriya gelên wan jî bi sozên wan nîne, bi tevî ku ew rejîm berî ketinê gelek bi camêrî sozên guhartinê pêşkêş dikin, lê dilê gelên wan rehet nabe ta ew rejîm hilneweşin, bêguman di rewşa Sûriyeyê de ketinek tê dengekî mezin bi xwe re tîne.

(AKnews)
Top