• Saturday, 04 May 2024
logo

Sibehên Nîsanê

Sibehên Nîsanê
1.
Vê sibehê, min bîra xwe, li cem te, di bîra te de ji bîr kir.
Destên min di nav gulên destên te de sêwî man, hestên min bi tena xwe rêwî man.
Peyvên min ji dara zimanê te hilweşiyan, hêzên te yên ji gazinan ber bi min ve kişiyan.
Kenê min bi ewrên porê te re reviya,
Vê sibehê, li pirtûka êşa te ya ku min ew bi destê xwe veşartibû digerim û nabînim.

2.
Vê sibehê, gazin bi gazin, sîbera min li ser pîtanokên lêvên te dilerizî.
Poşmaniyê tiliyên ronahiyê dixwarin.
Bazbenda min wenda dibe!!
Ji girtîxaneya navê te derdiketim û bi ewrên azadiya te re ber bi dûmana şewata xwe ve diçûm.
Çavên te berbang in,
dilê min jî şevçira ye..
vê sibehê, kevir bi kevir, xaniyê bîranînan dirûxînim û li çavşînka te digerim!

3.
Vê sibehê,
tirêna bîranînan ji dûr ve ber bi min ve tê..,
Bi bîna gulên guristana te xemgîn dibim,
Bajarên xelkê, di xwîna min de, bi hev re şer dikin,
Diya min rîhana xwe av dide, di ber xwe de dinehwirîne, bêriya xalê min kiriye, lê xalê min, di wê kêlîkê de, di nav mayinan de, dihat kuştin.
Hevalekî min yê ku jina wî heyşt mehî ye dê bi penceşêrê bimire, berî ku bimire, ji jina xwe re digot ger lawik be navê wî bike Azad, ger keç be jî bike Kurdistan.
Keça cîranê me bi xoretekî re direve, piştî çend rojan dê li welatê min du evîndarên xweşik werin kuştin.
Vê sibehê tirêna bîranînan di ser laşê min re derbas dibe!

4.
Vê sibehê, Min dixwest ji te re behsa evînê bikim, te digot na! Ji min re behsa darbestên welatê xwe û behsa pencereyên bendemana azadiyê bike.
Min dixwest ji te re behsa gernameya dilê xwe bikim, te digot na! Ji min re behsa sînoran û mayinan û sirûdên xwînê bike!
Min dixwest ji te re behsa ayetên maçan û velerzînê bikim, te digot na! Ji min re behsa gundên wêran û bîna şewata daristanan bike!
Min dixwest ji te re behsa mirina xwe bikim, te digot fermo!
Destên te pir germ in, peyvan li ser lêvên min zuha dikin!

5.
Vê sibehê, dudiliya min, tirsa min, tenhatiya min, bîntengiya min, perçeyên xewna min, xemgîniya min, çîrokên koçberiya min, sîberên şkestî yên hevalên min, demsalên min ên bênav, keştiyên min ên derengmayî, gulên peyvê û çûkên sergerdan ên bêrîkirina min; hemî, di matmayîna çavên te de rûniştibûn. Min xwe ji te vedizî da ku keziyên bendemana xwe bi tiliyên hesretê vehûnim!
Top