• Saturday, 04 May 2024
logo

Durûtî xuya siyasetê ye

Durûtî xuya siyasetê ye
Çendîn sal e, pirsa rûpêçê û tengejiya kultûrî û ta radeyeke siyasî jî ketiye nav revenda îslamî li welatê Fransa. Parlamentoya Fransa di cihên giştî de liberkirina rûpêçê qedexe kiriye. Bertek û karvedana vê pirsê di nav civaka îslamî de piştî ew çend sal ta niha hîn rûneniştiye.

Di van rojan de, Serokê Fransa Nicola Sarkozy di warê dakokî û bergiriya welatê xwe de gotiye: “pêçan û rûpêç standina azadiya kesayetî ye û kolekirina jinan e”. ev nêrîn û boçûn û nirxeke pêşketî û rast e. Lê ev nirx ji hemû aliyan ve nahê pesendkirin ta di nav Ewropa bi xwe de jî. Bikaranîna leşê rût di şabaşên bazirganiyê de ji bo rakêşana kiryar ber bi cilûbergan, kolekirina jinê ye. Vê jî bizanibe ku ew jinên ku di şabaşên bazirganiyê de li Fransa kar dikin, jimareya wan gelek ji yên misliman û rûpêçkirî zêdetir e, zêdebarî wê yekê yên rûpêç bi azadiya xwe rûyê xwe dipêçin, lê xwerûtkirin û sema ji bo wergirtina pereyan tête kirin û eger b destê wan be bêguman wî karî nakin. Anku xwerûtkirin û rûpêç her du jî wek kolekirin têne jimartin.

Ev durûtî ne tenê di civaka rojava de heye, lê her wiha di civaka îslamî de. Di van rojan de endamekî parlamentoya Tûnisê neçar dest ji kar vekêşe, ji ber ku wî di nav parlamentoyê de û di dema civînê de fersendek wergirtibû û mijûlî temaşekirina wêneyeke zayendî (gihanî, sêksî) bû. ev parlamenter ser bi civata îslamî bû û aşkere û riswa bû. Durûtî di kultûr û tîtal û nerêtan de riswayî ye çi aşkere bibe yan nebe. Lê kêşe di dinyaya siyasetê de ye, di dinyaya siyasetê de durûtî nerêt û binase ye û rê vekiriye ku xelk durû be. Ew gotina ku dibêje siyaset “siyaset teknîk yan hunera rêpêdanê ye”, danpênan û rewakirina durûtiyê ye. Di vê barê de em dikarin gelek mînakan li ser durûtiyê pêşkêş bikin ku rojane têne kirin û derbaz dibin û di civakê de dibin tîtal û nerêt jî.
Gelê ereb, rewşenbîrên ereb û welatên ereb û bi taybetî yên îslam di van rojan de dilgeş in ku dibînin balafirên NATO lêdixin baregeh û binkeyên Qeddafî dibêjin “hûn teyrê ebabîl bi ser artêşa Ebreha de dibînin”. Hemû tawan û karên kirêt yên Qeddafî di wan 42 salan de bi hinde tawanên Sedam Husên ên hefteyekê nabin, ta niha jî Sedam Husên li ba piraniya wan gel û rewşenbîr û welatan û bi taybetî yên îslam cihê rêz û pesnê ye.

Dema Sedam hate bidarvekirin, misriyan serxweşî û behî ji bo wî girt, navê gundekî xwe jî bi “Sedam Husên” bi nav kirin, niha jî biçe Misrê û bêje ez iraqî me û bibîne dê te çon hembêz bikin, ne ji ber ku Iraq welatekî bûye qirban lê ji ber hezkirina ji Sedam re. Husnî Mubarek jî hemû kar û tawanên wê nagihîne tawanên sedam Husên ên hefteyekê. Bêguman tawanên Mûbarek jî ne kêm in û ezmûneke neşirîn di 30 salî de pêşkêş kir, lirflêdana samanekê ku ne diyar e rast e yan na, kuştina çend kesan di xwepêşandan û şoreşa dawî de ku ne diyar e bi fermana wî ba ya na. Tika ye em di şaştiyê neçin, bergirî li Qaddafî, Mûbarek, el-Esed, Salih û Bin Elî nahête kirin, lê tenê pirs hevberkirin e ji bo pêşandana durûtiya di adet û nerêtên siyasetê de ku li dawiyê dibe tîtal û nerêta civakê giştî.

Bi beramberkirin û hemberkirina karên Sedam Husên ji şerê Iraqê li dijî Îranê û dagirkirina Kuwêtê û her wiha şerê bi Kurdistanê re ku bi dehan salan berdewam kir û li dawiyê lêdana Helbceyê bi çekên kîmyayî û şalawên Enfalê û çewsandina her kesekî ji civaka kurd yan şiî ku nehezê rejîma Baas be. Qurbaniyên van bi milyonan têne jimartin, de niha hember bike bi rejîma Mûbarek. Herdu jî dîktator in, lê ereb û îslam ta niha bergiriya Sedam dikin. Durûtî bi damarên mirovan dilîze, siyaseta ereban li Bexdayê xwepêşandan ji bo derkirina Artêşa Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê (DYA) ji Iraqê têne kirin, li Qeter heman siyaset e ku dicivin îcar ji bo hênana artêşê ji bo welatekî ereban yî dî. Ev durûtî ye ku peyayên siyasetê û rewşenbîr wê bi cih tînin, êdî ew bûye kultûreke giştî.

Lê durûtiya mezin ji aliyê DYAyê ve hate herêmê bi behaneya guhartina sîstemên dîktatorî bi sîstemên demokratîk, bi navê şerê îslama tundrê û binbirrkirina rêxistina el-Qaîde û terorê. Bi berevajî wê rê xweş kir li ber wan ta meydanan tijî bikin û nêzî desthilatê bibin; li Iraq, Misr, Yemen û Lîbya û heta li Sûriyê jî. DYAyê hat ji bo kêmkirina desthilata Îranê di herêmê de, lê bi berevajî hinde destê Îranê bilind kir ta herêm kete bin destê Komara Îsalamî. Bi kurtî, di vê herêmê de durûtî yan “hunera rêpêdanê” xuya siyasetê ye, ta radeyekê mirov pê dihese ku binemayek nema ku siyaset hêjayî rêz û hurmetê be. Her tişt ji bo siyasetê bê sînor e; Çawa û Kengê dixwazî.

Ji hemûyan tirsnaktir di nav germiya durûtiyê de, Serokomarê Îranê Ehmedî Nejad e, ew wiha pêşan dide ew nû têgihiştiye ku DYAyê ji aliyê paş ve gihiştiye lûtkeyê û ew wiha dizane ku durûtî tenê hunereke îranî ye, di axaftina xwe de got, “Derket siyaseta DYAyê herêmê bike bi du herêm şiî û sunî û wan berde hev.” Nejad hêjayî pîrozbahiyê ye di vê têgihiştina rast de, lê piştî dem derbaz bû û dereng e. Ev dabeşkirin bi vî şêweyî ye û ev ne tenê siyaseta DYAyê ye, a Îranê ye jî û dîsa ev gelên han qurbaniyên destên herduyan in weku hev, ne kêm û ne zêde. Qurbaniyên destên durûtiya ji nirx, rewişt û siyasetê.

(AKnews)
Top